“Waneyên înternetê cihê perwerdeya bi Kurdî nagire”

Îsal 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji ber veyrosa koronayê bi çalakiyên li ser medyaya civakî têne pîrozkirin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Îsal 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî ji ber veyrosa koronayê bi çalakiyên li ser medyaya civakî têne pîrozkirin. Li gel vê yekê dersên kurdî jî li ser înternetê têne dayîn. Di roja ku cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin mamosteyên zimanê Kurdî diyar dikin ku li ser înternetê dersa Kurdî zêde bi feyde nîne û taybetî li bakurê Kurdistanê bişavtin û xwebişavtin di asteke bilind de ye û cejna zimanê Kurdî li pêşiya bişavtinê rojeke girîng e.

Ji aliyê zimanzanê Kurd Mîr Celadet Elî Bedirxan ve di 15ê Gulana sala 1932an de bi tîpên latînî kovara bi navê Hawar tê çapkirin û ev roja dîrokî bi salan eli çar parçeyên Kurdistanê di nava Kurdan de weke cejna zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Bi boneya vê roja pîroz me li gel nivîskar û mamosteyê zimanê Kurdî Sadik Varlî re li ser bandora dersmn Kuedî yên online û astengiyên li pêşiya zimanêKurdî axaft. Li gorî mamoste Varli bi çend sedeman li ser medyaya ciwakî bikaranîna zimanê Kurdî zêde bandor û eleqeyek çênekiriye. Heta perwerde rû bir û nebe bê feyde ye.

Mamosteyê Zimanê Kurdî Sadik Varli ji K24ê re got: “Rewşa Kurdî pir rind nîne baş nîne. Roj bi roj xwepişavtin pêş ketiye. Li Ser Înternetê online ders dayîn zêde tiştekî bi kêrhatî nîne biya min. Lewra li cem xurt û keçen Kurd înternet nîne ji vê înternetê zêde nayêvergirtin. Bi rû bir û nebe û astengiya pêşiya kurdî temamî neye hildanê pêşketin n epêkan e.”

Mamoste Varli ku dibêje berê di nava ciwata Kurdan de Tirkî axafti şerim bû îro rewş serûbin bûye. Herwiha varli dibêje li başûr rewşa zimanê Kurdî di asteke baş de ye.

Sadik Varli herwiha dibêje: “Dema ku em bajêr me dibistan dixwand em diçûn gund axaftina bi Tirkî wê çaxê şerm bû û gundiya digot ew e bûye tirk û tirkî xeber dide. Lê aniha ku yek tirkî xeber nede gellek şerm e. Li başûr wê derê statûyek heye perwerdehî didome di dema seddam jî wê çaxê jî heta asta zanîngehê jî perwerdehiya Kurdî hebû û ji ber vê têkbirina wê ne pêkan bû û pêş ketiye.”

Nivîskarê Kurdî Varli bale dikşîne li ser bişeftina li Bakur û dibêje cejna zimanê Kurdî li pêşiya bişavtina zimanê Kurdî rojeke girîng e.

Sadik Varli: “Otoasîmîlasyon dest pê kiriye. Otoasîmîlasyon çawa ya; mînanî erebeyeke mirova hebe firêna wê teqiya be û ev jî di geliyekê de diçe. Divê takuzek were danîn li pêşiya wê. Ev cejna zimanê Kurdî bila bibe takûzekî tekoşîneke wisa were meşandinê. Bi pîrozkirina rojekê. Bi çend peyamên xweşik gotin kêr nayê divê bernameyêên xurt verin amadekiirnê. Ev bername weke takûzekê erkekî hildin ser mile xwe û pêşiya otoasîmîlasyonê bigrin. Eger ne wisa be. Mixabin erebeya me ya zimanê kurdî ber bi nevalê ve diçe.”

Herwiha Nivîskarê Kurd Sadik Varli ku heta niha sê pirtûkên dersa zimanê Kurdî nivîsîne amaje dike ku heta li Tirkiyê perwerdeya zimanê Kurdî bi fermî neye dayîn her çıqas qurs û dersên online weke alternatîfekê in jî ji bo pêşxistina Kurdî têrê nake.