Şer û pevçûn di navbeyna xelkê Til Rifet û Cebhe ElŞamiyê de
K24 – Navenda Nûçeyan
Şer û pevçûn di navbeyna xelkê Til Rif'et û grûbên çekdar li bakurê Helebê derketiye. Kuştî û brîndar hene.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belavkiriye, li bajarokê Scu li bakurê bajarê Helebê şer bi giranî di navbeyna welatiyên Til Rif'et û grûba Cebhe elŞamiye derket.
Di encam de 4 kes hatin kuştin, ko 3 ji wan xelkê Til rif'et in û 1 jî, çekdarek Opozîsyonê ye. Herweha 10 welatî jî brîndar bûn e.
Ligor Rewangehê, şer 7 demjimêran berdewam kiriye û heya niha, sedema rûdan a wî şerî nehatiye naskirin...
C.B