Ibrahim Biro: Di danûstandinan de pêngavên girîng hatine avêtin, lê gelek mijar jî man e

Endamê Komîteya Pêwendiyên derve yê ENKS Ibrahim Biro ji K24 re anî ziman, ku: “Rewşa aborî zehmetiyek mezin li xelkê me li rojavayê Kurdistanê kiriye. Di rewşa siyasî ya li rojavayê Kurdistanê de hin pêngav hatine avêtin, lê gelek mijar jî liser mêzê ne û danûstanin liser wan tên kirin. Piştî cejnê dê gotûbêj liser wan berdewam bikin”

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Li rojavayê Kurdistanê rewşa aborî ya aloz li aliyekî, herweha hêviya nêzîkahiya tevgera siyasî ya Kurd li aliyek din…

Endamê Komîteya Pêwendiyên derve yê ENKS Ibrahim Biro ji K24 re anî ziman, ku: “Rewşa aborî zehmetiyek mezin li xelkê me li rojavayê Kurdistanê kiriye. Di rewşa siyasî ya li rojavayê Kurdistanê de hin pêngav hatine avêtin, lê gelek mijar jî liser mêzê ne û danûstanin liser wan tên kirin. Piştî cejnê dê gotûbêj liser wan berdewam bikin”.

Ibrahim Biro diyarkir, ku: “Rewşa siyasî ya li rojavayê Kurdistanê piştî demek dirêj (5 sal biser danûstadninên Dihokê derbas bûn). Ev demek biqasî salekê ye, destpêşxeriya Fransa çêbû û piştî wê,  pêwendiya Amerika liser pirsa yekrêziyê hêviyek xurt aniye pêş. Amerika hewl dide, ku aliyan nêzîkî hevûdu bike. Lê em vê rastiyê jî bêjin, ku herçend pêşkeftin di danûstaninan de hene, lê tu rêkeftin nehatine kirin û hêvîdar in ew pirsên ku nakokî liser in, nemîn in û çareser bibin”.

Endamê Komîteya Pêwendiyên derve yê ENKS Ibrahim Biro destnîşankir: “Berjewendiyên Amerika û Ewrûpa li deverê hene. Lê, ji ENKS re ya giring bêrjewendiya gelê Kurdistanê ye. Aliyên sereke yên tevgera Kurd di danûstandinê de ne. Piştî wê dê hemû aliyên Kurdî tê de cîh bigre, pêkhate yên deverê û piştî wê herweha li gel aliyên din Sûriye. Divê gelek kar bên kirin. PKK dest avêtibû rastiya rojavayê Kurdistanê û niha kar tê kirin, ew bandor nemîn e û ev yek bêguman kar jê re dive. Em bawer in, hêzek berçav dinav PYD de heye û dixwaze liser rastiya rojavayê Kurdistanê tevbigere”.

Ibrahim Biro piştgiriya aliyên din ên Kurdistanî, perçeyên din ên Kurdistanê gelek giring bimav kir. Hewldanên Serok Barzanî û desthilata başûrê Kurdistanê wekî piştgiriyek xurt û bihêz pênase kir.