Civîna taybet a Hikumetê liser rewşa darayî
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi serpereştiya Serokê Hikûmeta herêma Kurdistanê civînek taybet bi qerz û pêgiriyên darayî yên herêma Kurdistanê birêve çû.
Îro Serokê Hikûmetê Mesrûr Barzanî, bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî û Wezîrên pêwendîdar, serpereştiya civînek taybet bi qerz û pêgiriyên darayî yên ser Hikûmeta herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de, Rêveberiya beşê Rêveber û Hemahengiya Qerzên Giştî ya ser bi Civata Wezîran ve, raporek berfereh bi bername û datayên pêwîst, derbarê qerz û pêgiriyên darayî yên liser Hikûmeta herêma Kurdistanê pêşkêş kir. Rapora wan ji aliyê wezaret û aliyên pêwendîdar hatibû amade kirin. Herweha piştî danûstandin û lihevguhertin a nerînan, biryar hate standin, qerz û pêgiriyên darayî arasteyî Dîwana Çavdêriya Darayî ya herêma Kurdistanê bikin, wekî aliyê pêwendîdar bi mebesta dûvdaçûnê, ji bo di zûtirîn dem de pêşkêşî Parlementoya Kurdistanê û raya giştî bikin.
C.B