PDK salvegera YNK pîroz kir

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bi boneya 45emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, peyamek arasteyî Yekîtî kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê radighîne, ji ber rewşa niha ya Kurdistanê, divê hewlên ciddî ji bo bihêzkirina yekrêzî û yekdengiya aliyên siyasî û parastina destkeftan werin kirin.

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê  bi boneya 45emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, peyamek arasteyî Yekîtî kir û tê de  pîrozbahî li Serkirdayetî, Civata Bilind a Siyasî û Berjewendiyên Yekîtî û tevahiya kadir, endam û alîgirên wê kir. Hêviya serkeftinê ji bo Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê xwest.

PDK ragihandiye, di demekê de ku vê salvegerê bibîr tîn in, Kurdistan ji rewşek ne libar derbas dibe û navçe li pêşiya guhertinên lezgîn e, ku ev yek jî dixwaze, tevahiya hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê, bi seknek berpirsiyariyê, erkê niştîmanî û netewî bicih bikin û di çarçoveya berjewendiyên bilind ên gel û welat de kêmasiyê nekin.

Hewlên ciddî jî werin dayîn, ji bo zêdetir bihêzkirina yekrêzî û yekdengiya hêz û aliyên siyasî,  parastina destkeftan, bihêzkirina ezmûn û doza rewa ya gelê Kurdistanê û bidestxistina armancan, dabînkirina  aramî û jiyanek xweş ji bo welatiyan.

 

 

C.B