45 saziyên sivîl-demokrat, êrîşên ser Kurdî şermezar kirin!

45 saziyên sivîl-demokrat: komele, weşanxane, saziyên çandî û huner êrîşên nîjadperest hemberî zimanê Kurdî di daxuyaniyek hevbeş şermezar kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

45 saziyên sivîl-demokrat: komele, weşanxane, saziyên çandî û huner êrîşên nîjadperest hemberî zimanê Kurdî di daxuyaniyek hevbeş şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku: “Roj nîn e, ku êrîş hemberî Kurdan û Kurdî neyê kirin”. Herweha ruxandina Pirtûkxaneya Mîr Celaddet Bedirxan ji alî Qeyyum ve, li bajarê Sêrtê hate bibîranîn.

Tê diyarkirin, ku yekem karên Qeyyumên li Kurdistanê tên sepandin, êrîşa hemberî ziman û nirxên Kurd in.

Di daxuyaniyê de, kuştina gencê Kurd Bariş Çakan tê bibîranîn û hesta hemberî vê kuştinê di raya giştî ya Kurd de peyda bûyî, wekî nîşaneya, ku Kurd vê zilmê qebûl nakin hate destnîşankirin.

Saziyên, ku daxuyanî imze kirin e: " Platforma liqên Amedê yên KESK, Civata Çandî û hunerî ya Amidart, Avesta - Komeleya Çand û Ziman, Mala Hunerî - Aryen, Navenda Çandî û Hunerî  - Bahar , Beksav, Platforma Chalak Events, Dengê Mala Hunerî Meyman, Komeleya Hunerî û Kulturî ya Dicle, Nûnetaiya herêmî ya DİSK , Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê (Komeleya Lêkolînên Kurdî), Navenda Çandî Gölge, Koma Bajar, Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, Komeleya Ferat ji bo Lêkolînên Çand û Ziman, Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Ma Musik, Mîkaîl Aslan, Navenda Çanda Mezopotamyayê, Komeleya Rojhilata Navîn a Akademiya Sinema, Komeleya Huqunasan ji bo azadiyê, Selîm Temo, Seyr-î Mesel, Şanoya Bajêr a Amedê, Şanoya Mencel, Şanoya Tov, Şa Performans, Şanoya Hekta Hêvî, Şermola Performans, Teatra Nûpelda, Teatra Jiyana Nû, Teatra Ritüel, AMED İKK, Tora Ziman û Çanda Kurdî, Weşanên Ar, Weşanên Aram, Weşanên Aryen, Weşanên Azad, J&J, Weşanên Kurdistan, Weşanên M, Weşanên Sîtav, Weşanên Tevn, Navenda Hunerî û Çandî Za

 

 

 C.B