Aliyên Kurdîstanî piştgiriya yekrêziyê li rojavayê Kurdistanê dikin

Berpirsek Partiya Demokrat a Kurdistanê dibêje, Serok Barzanî û Partî piştevaniyê li pêngavên yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin

K24-Navenda Nûçeyan

Liser danûstandinên di navbeyna ENKS û PYD de, û nêzikbûna aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê, aliyên  Kurdistanî bi geşbînî helwesta xwe ji bo wê proseyê ji Kurdistan24 re  radighînin.

Berpirsek Partiya Demokrat a Kurdistanê dibêje, Serok Barzanî û Partî piştevaniyê li pêngavên yekrêziya aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dikin û hewlên wan ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd li Sûriyê berdewam in.

Aliyên din ên Kurdistanî jî, wekî PDK-Bakur, PSK, HAK-PAR, PAK ji bakurê Kurdistanê, heerweha HDP, ji rojhilatê Kurdistanê PDK-Îran jî, piştgiriya xwe ya vê proseyê anîne ziman.

 

 

C.B