PAK: Birîna elektrîk û ava 200 gundên Qoser û Dêrikê tawanek li dijî mirovahîyê ye

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) girêdayî birîna elektrikê ya 200 gundanli devera Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek şermezariyê hemberî vê kiryara dewleta Tirk ragihandiye

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Azadiya Kurdistanê girêdayî birîna elektrikê ya 200 gundanli devera Mêrdînê ya bakurê Kurdistanê, daxuyaniyek şermezariyê hemberî vê kiryara dewleta Tirk ragihandiye. Kopyeyek jê gihandiye K24.

Ev naveroka daxuyaniyê ye:

Birîna elektrîk û ava 200 gundên Qoser û Dêrikê tawaneke li dijî mirovahîyê ye

Dewleta Tirkîyeyê li 200î zêdetir gundên, Qoser û Dêrik a navçeyên Mêrdînê,eve  ji 21 rojan zêdetir e elektrîka gelê me  birîye. Jiber tunebûna elektrîkê , ava van 200 gundan jî hatîye birîn.

 Di demeke ku li temama cihanê mirovahî  bi helwesteke yekgirtî  li dijî corona vîrusê şerekî mezin dimeşîne, di demke ku  jibo tedbîrên  xeterîya corona vîrusu pêwîstî bi avê, bi hîjyenê heye, Dewleta Tirkîyeyê  gelê me yê ji 200î zêdetir gundan bê elektrîk û bê av hiştîye.

Di demeke ku krîza aborî  tesîreke gelek xerab li temama civatê dike de, birîna(qut kirina) elektrîkê barê gundîyan deh qatî zêdetir dike.

Dewleta Tirkîyeyê dubendîyê dixwe navbera cotkarên li Bakurê Kurdistanê û cotkarên  Herêmên Trakya, Edene û Ege ya  Tirkîyeyê.  Ew pereyê ku jibo elektirîkê  ji cotkarên Dêrikê û Qoserê tê wergirtin du qatê cotkarên Trakya, Edene û Ege ya  Tirkîyeyê ne.Ev jî neheqî ye, zilm e, cot standartî ye.

Di demeke weha de elektrîk hatîye birîn ku, genim di dema şîr girtinêde ye û birîna ellektrîkê hem rêjeya  hatin û berhema genimî  û hem jî qalîteya  genimî kêm dike.

Herweha  heger elektrîk neyê berdan,  li dora 4 milyon deqarî de wek berhema duyem dê cotkar nikaribin garis biçînin. Ev jî li herêmê dê  qirîza heyî mezintir bike.

Di demeke ku krîza aborî di asteke herî bilind de ye, di demeke ku jiber  corona vîrusê li cîhanê bi sed hezaran kesî  jîyana xwe ji dest dane de, Dewleta Tirkîyeyê elektrîka ji 200î zêdetir  gundan dibire û herweha gelê van  gundan bê av dihêle. Ev tawaneke li dijî mirovahîyê ye.

Dewleta Tirkîyeyê divê demildest dest ji birîna elektrîk û ava gelê me yê gundîyên Qoserê û Dêrikê  berde.

Hemû partîyên sîyasî, dezgeh, hêz û kesayetên  mafên mirovan diparêzin, azadîxwaz û edalet parêz û hemû dezgehên tendirûstîyê yên li Kurdistanê, li Tirkîyeyê û li cîhanê divê dengên xwe bilind bikin û rê li ber vê neheqîya Dewleta Tirkîyeyê bigirin.

05.06.2020

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê