Hebû, lê tune bû!

Kurd24

"Da xelq-i nebêjitin ku Ekrad

Bê ma'rîfet in, bê esl û binyad"

(Ehmedê Xanî)

Sed mixabin, dibêjin. Weke her carî, vê gotine tînin, di çaven me ra dikin. Sibeh êvar me bi vê gotinê şermezar dikin. Şermezarî li hêlkî, tew me ji binîva tune dihesibînin. Li cem wanan, em tenê bi beden u laşên xwe henin. Lê ku bi nav u nîşanên xwe tunenin. Di çavê wanan da em safî di şûna hejmarê da nin. Gava dikin planekî birêvebixin yan li ser me karekî bikin; tenê hejmar u bedena me tê da dihesibînin; fikr u xeyalên me, hest u daxwazên me di vê hîsabê wanan da cihe xwe nagirin. Em li ser vê ruyê zemîn, mînakî lal u ker u kor bin; bê fikr, bê hest u bê mêjî bin. Di çavên wanan da, wekî kevrekî, darekî yan, ji hizur dûr, heywanekî bin.

Lê ew e ku em pê dizanin, insan, tenê ne ji hestî u xûnê; ne jî ji tamar u çermê pêk tê. Wekî em dizanin, dibînin u têdihesin ku insan, bi hest u dilê xwe; fikr u xeyalên xwe; daxwaz u hêvîyên xwe jî têra xwe heye. Nîvê insên eke ji cismê şênber pêk hatibe, nîvê din jî ji rihê razber pêk hatiye. Rastî ev e ku ji bo însan hebuna rihê razber, dilê derûn; ji nîvê din yên şênber muhimtir e. Ji ber ku, beden bihorbar e, muveqqet e; rih her dem payindar u mayindar e. Ev ne gotineke bêmêjî u bê bêbinî ye. Ev yeka, bi hezar caran ji terefê însanîyetê tecrube bûye u di her carî de jî insan gihandîye vî netîcê. Çewa ku di hundir u derûna insên de, mayende bûn her tim wekî dil gupegupê dike, loma mirov li bendê dikeve kelecan u tilaşê, di dawîya çîroka xwe ya jîyanê de qaîle hema bi mîmekî yan jî bi serê derzîyekî xwe bigihîne pêşerojê. Ev tişt carinan dibe bîr, kanî, pirr, konax, mizgeft; carinan dibe nivîs, şi'ir, qelem u kitêb; carinan dibe zarok, xwendevan, mekteb; carinan erd u bostan, bax u bexçe; carînan dibe xweş bîranînek yan xweş çîrokek; carinan rêxistin, qehremanî, hukumdarî; carinan jî tevlêbûna milletekî qedîm, xwedîbûna al u dewlet... Em kanin vê rêzê hîna jî dirêj bikin. Lê ji bo meqsedê ewqas têr dike, kafî ye.

Muhra ademîyetê, wekî li hemû insanan li eynîya me jî ketîye. Heman muhr di çavê me de jî dibiriqe. Bi vê awayî, em lê şahidin ku em bi vê halê xwe yên hazir u heyî; nîvmerî, nîvadem u nîvînsan têne hesibandin. Nîvê me heye, lê nîvê me yên din di nav pelên dîrokê da winda ye. Ne em bi vê carê têr dizanin ne jî ew/desthilatdar/dagirker qaîlin pê hevnasîn bikin.

De niha em vegerin xwe. Ji xwe bipirsin. Emê çewa ji vê bext u qedera xwe ya nîvmerîtîyê bixelisin u xwe rizgar bikin? Ji bo ku em qeyd u zencîrên vê qefesê bikanibin bişkînin, berê xwe bi ku da bikin u pişta xwe bi ku da bidin? Em jî çewa wekî insanekî ne nîvçe, têr temam; bi nav u nasname; elamet u nîşanê xwe werin nasîn; wekhevî u hevparîya xwe li cîhanê li dar bixin u vê yekê bidin nas kirin u qebûl kirin? Bi kurt(d) u kurtasî, emê ademiyeta xwe çewakîno, bi çi awayî peyt u ispat bikin?

Ji bo bersivê dîrok u tecrube, pir tişta dibêjin. Kurtasîya wan ev in: 'İlm u zanîn; fehm u pê hesîn; zen'et u huner; qelem u kiteb; çand u edeb; merîfet u meharet; hêz u quwwet; al u dewlet... u hwd. Heqîqet ew e ku, şerh u şîrova her yekî ger bê kirin, bi kûrahîya xwe digihêjin ezmanan. Divê ku em li ser vanan, li cem xwe, biserûber bifikirin; hûrgilî bisekinin u binirxînin. Vegerin xwe, binhêrin. Me heta niha çi kir u jî vî şûnda di tûrikên me da dê çi hebin? Da ku em jî bigihêjin hewza însanîyetê.