Civîna Wezîrên derve yên Rûsya – Tirkiye hilweşiya! Çima?

Ligor şirovekaran, egerek zêde heye, ku pirsgîrêk û nakokiyên aloz di navbeyna her du wezîran de rû da be, jiber ku bi dengek berz duhî hatibû ragihandin, ku Lavrov û Çavuşoglu dê li Stenbolê civînê lidar bixin!

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta derve ya Tirkiye ragihand, ku “Piştî pêwendiyek telefonî di navbeyna Wezîr Çavuşoglu û Wezîrê derve yê Rûsya Sergey Lavrov de, civîna di navbeyna Wezîrên derve yên Tirkiye û Rûsya de, herweha hevdîtina Cîgirên wezîrên derve û şandan, bo demek pêş hate paşxistin. Biryar hate girtin, danûstandinên welatan bi pêwendiyên cîgirên wezîrên derve dom bike. Hevdîtina Wezîran bo demek pêş hate paşxistin”.

Ligor şirovekaran, egerek zêde heye, ku pirsgîrêk û nakokiyên aloz di navbeyna her du wezîran de rû da be, jiber ku bi dengek berz duhî hatibû ragihandin, ku Lavrov û Çavuşoglu dê li Stenbolê civînê lidar bixin! Ligor şirovekaran nakokiyên liser pirsgîrêka Libya, Derya Spî û sekna cuda liser Idlibê jî, dibe ku egera paşxistina hevdîtinê bin”.

 

 

 

C.B