Şandek bilind a Tirkiyeyê seredana Lîbyayê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi serpereştiya Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavûşoglu û beşdariya Wezîrê Gencîne Berat Albayrak, Şêwirmendê MÎT'ê Hakan Fîdan û Peyvdarê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin, şanda Tirkiyê serdana Lîbyayê kir û bi Serokwezîrê Lîbyayê Fayîz Sarrac re civiya.
Tirkiye yek ji welatên sereke, ku pştgiriya hukimeta Fayiz Sarac dike ye.
Di demên dawî de, hikûmeta Wîfaq ya Fayîz Sarac, hember Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê hêzên Xelîfe Hefter serkeftin bidest xistibûn û gelek deverên nû kontrol kiribûn.
C.B