Hikûmeta Kurdistanê 2 milyar dînar dide têkoşîna dijî Korona li Silêmaniyê
24 – Navenda Nûçeyan
Ji bo rûbirûbûn a Vayrosa Korona, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûdceyek taybet bi gujmê 2 milyar dînar dide Rêveberiya tendirustî ya Silêmaniyê
Wezîrê Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand, Mesrûr Barzanî berdewam li ser hêl e û bi giringî ve li rewşa tendirustiyê dinere û li xema welatiyan de ye.
Dabînkirina wê gujmê pere ji bo sînorê parêzgeha Silêmaniyê di çarçoveya helmeta rûbirûbûn a Vayrosa Korona ye.
C.B