Stêreke topapê ya Iraqê bi Koronayê canê xwe jidest da

Yarîzanê berê yê Hilbijardeya Iraqê Ehmed Razî îro bi Koronayê canê xwe jidest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Yarîzanê berê yê Hilbijardeya Iraqê Ehmed Razî îro bi Koronayê canê xwe jidest da.

Stêra topapê û parlemanterê berê yê Iraqê Ehmed Razî îro li Bexdayê ji ber pêketina bi vîrusa Koronayê canê xwe jidest da.

Biryar bû ji bo wergirtina çareseriyên bijîşkî, Ehmed Razî ji bo Urdinê bihata veguhastin, lê nexweşiyê rê nada wî.

Ehemd Razî jidayikbûna sala 1964an e û li Mondiala sala 1986an gola Iraqê li hember Belçîkyayê tomar kiribû. Herwiha di sala 1988an de jî wek Baştirîn Yarêznê Asyayê hatibû hilbijartin.

 

S. B