Nîzama navdewletî ya li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê berdewam e (Beşa 1em)

Kurd24

Nivîsa Mustafa Ozçelik ya bi sernivîsa ‘Nîzama navdewletî ya li dijî Kurdan li Rojavayê Kurdistanê berdewam e’, dê di du beşan de bê belav kirin. (Kurdistan24)

Rewşa Rojavayê Kurdistanê ya nuha nîşan dide ku, ev rûdanên vê dawîyê li gorî planeke navdewletî rûdidin.

Nîzama navdewletî ya li ser esasê dijayetîya Kurdan hatîye ava kirin, îro li Rojavayê Kurdistanê careke din ducare dike. Mitabaqata Enqereyê ya ku di navbera Emerîka û Tirkîyeyê de hatibû îmze kirin û Mitabaqata Soçîyê  ya di navbera Rûsyayê û Tirkîyêye de hatibû imzekirin jî beşek e ji vê nîzama navdewletî.

Gelê Kurd careke din di bin lingên berjewendîyên hinek dewletan de tê pelçiqandin.

Piştî ku Dewleta Tirkîyeyê bi navê ‘Tevgera Kanîya Aşitiyê’ êrîş bir ser Rojavayê Kurdistanê, gelê Kurd  tûşî karesateke mezin bû . Mirin, wêranî, koçberî dîsa hate ber derîyê gelê me. Piştî du mitabaqatan, nuha êrîş û şer rawestîyaye. Helbet rawestandina kuştin û wêranî û koçberîyê bi dilê me ye û em hêvî dikin ku şer û êrîş bi awayekî mayinde raweste.

Heger em êrîşa Tirkîyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê; helwesta Emerîka, Rûsya,Tirkîye , Îran û  Sûrîyeyê; helwesta HSDyê û hatina artêşa Sûrîyeyê ya ji bo Rojavayê Kurdistanê; Mitabaqatên Enqereyê û Soçîyê gişan bidine ber hev, emê bibînin ku ev rûdan û helwest û kiryaran giştî, weke xelekeyên zincîrekê ne û li gorî planeke navdewletî pêk hatine.

Bingeha rewşa îro ya li Rojavayê Kurdistanê, bi dan û stendin û planên di navbera Rûsya-Emerîkayê, Rûsya-Sûrîye-Îranê, Rûsya-Tirkîyeyê, Tirkîye-Emerîkayê, Tirkîye-Îranê ve hatîye danîn û encam jî bi dest û planên van dewletan hatîye hûnandin.

Belê ev rûdan û helwestên dewletan her yek perçeyekî Pûzleyekê ne.

Her dewletek li gorî berjewendîyên xwe, armanc û  planên  taybet û  veşartî  hene. Lê plan û berjewendîyên hevbeş yên hinek dewletan jî hene. Rewşa Rojavayê Kurdistanê ya îroyîn encama van plan û sîyaset û armancên hinek dewletan e.

Armanc û hesabên kîjan dewletê çi dibe bila bibe, kî bi çi rengî diaxive bila biaxive, ew wêneyê ku îro li Rojavayê Kurdistanê li ber çavên me ye, bi zelalî tiştekî nîşanî me dide: Aktorên  navdewletî û yên herêmî bi hev re weha kirin ku Kurd bikevin dawa Şamê û destkeftîyên Kurdan darbeyeke mezin bixwin. Ango mirin nîşanî Kurdan dan, da ku Kurdan bi taya sar razî bikin.

Em dikarin bêjin ku, ev êrîş û sîyasetên ji 9ê cotmeha 2019an heta îro rûdan e, pêk hatine, herweha amadeyîyeke berfireh a ji bo civînên Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê ye. Roja 29ê Cotmeha 2019an li Cenewreyê civîna Komîteya Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê dê li dar bikeve. Hemû aktorên ku dê beşdarî vê civînê bibin, ji alîyekî ve destê Kurdan lawaz kirin; ji alîyekî ve jî, her yekî bi awayekî destê xwe xurtir kirin.

Li gorî agahdarîyên heyî, di hevdîtinên Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê de,  mixalefeta Sûriyeyê jî, Rejîma Şamê jî, dewletên aktor jî ji bo Kurdan heta îro tu statuyeke sîyasî qebûl nekirine û nakin. Li gorî mitabaqata di navbera beşdarên Komîteya Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê de, guhertinên herî zêde yên ku  di Qanûna Bingehîn a Nû ya Sûrîyeyê de bêne kirin ev in: Navê ‘Komara Ereb a Sûrîyeyê’ dê bibe ‘Komara  Sûrîyeyê’, hebûna Kurdan û zimanê Kurdî tê qebûl kirin, hebûn û îradeya gelê ku li wî bajarî û bajarokê dijîn di rêvebirîya şaredarîyan de dê bê qebûl kirin. Aşkere ye ku di demên pêş de tu garantî tune ye ku ev guhertin jî bêne bicîh kirin.Lê li gorî rewşa 10 sal, 20 sal berê, helbet, ev guhertinan, guhertinên baş in, gelê Kurd hinek maf û azadîyan bidest dixin. Lê heger em  kuştin û birîndarbûna  bi hezaran zarokên Kurd, koçberîya bi sedhezaran gelê Kurd, wêranî û şikestên ku ji 2011yan û heta îro rûdan e , ew îlan kirina Kanton û Rêvebirîya Xweser, bidine ber çavan, helbet ev guhertinên ku dê bêne kirin ne li gorî wan bedelên hatine dayîn e.

Lê piştî êrîşa Dewleta Tirkîyeyê û Mitabaqatên Enqereyê û Soçîyê , mixabin destê Kurdan hîn lawaztir bûye.Kurdan gelek tişt wenda kirine.Rewşa heyî ya li Rojavayê Kurdistanê ne li qezenca Kurdan e. Bingeha statuyeke sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê bi mitabaqata Emerîka, Rûsya, Tirkîye, Sûrîye, Îran û hinek dewletên din ji bo demekê hatîye têkbirin. Ax û erdnîgarîya Rojavayê Kurdistanê hîn zêdetir hatîye perçe kirin. Gelê Kurd careke din tûşî kuştin û wêranî û koçberîyê bûye.

Lê li gel vê şikestê jî, di van rûdanên vê dawîyê de, hinek destkeftî û qezencên Kurdan  jî çêbûne. Gelê Emerîkayê,  raya giştî ya cîhanê, dewletên Yekitîya Ewrûpayê, Komkara Erebî, piranîya endamên Kongres a Emerîkayê piştgirîya gelê Kurd ê li Rojavayê Kurdistanê kirin. Li hemû cîhanê Kurdan bi yekdengî piştgirîya xuşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê kirin. Ev jî ji bo paşeroja gelê Kurd destkeftinên girîng bûn.

Rojavayê Kurdistanê dibe qurbanê plan û armancên taybet yên hinek dewletan

Di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de her dewletek li gorî berjewendîyên xwe yên dewletî, netewî û niştimanî xwedî armanc, plan û stratejîyên veşartî û aşkere ne.

Her destkeftineke li perçeyekî Kurdistanê, ji Kurdên li perçeyên din re jî dibe weke nimûne.Ji ber wê jî, armanca hevbeş ya Surîye, Tirkîye, Îran û Iraqê ew e ku Kurd bi tu awayî li tu derê statuyeke sîyasî, tu mafên netewî, demokratîk bidest nexin.

Sûrîye, Rejîma Bees, heta îro bi tu awayî hebûna Kurdan weke fermî qebûl nekirîye, gelek Kurd  ne xwedîyê nasnameya Sûrîyeyê jî bûn. Piştî rudanên 2011an û heta îro, di esasê xwe de bi navê Dewleta Sûrîyeyê tu dewlet li holê nema. Rejîma Esed bi xêr û alîkarîya Rûsya û Îranê hebûna xwe parastîye û îro jî her bi alîkarîya Rûsya û Îranê xwe diparêze. Îran û Hizbûllah weke hêza leşkerî jî piştgirên herî mezin yên Rejîma Esedî ne. Rejîma Esed û Bees, bi tu awayî weke welatekî hebûna Rojavayê Kurdistanê qebûl nekirine û ji bo yekpareyîya axa Rojavayê Kurdistanê têk bidin berê jî, nuha jî Plana Kemera Erebî bicîh anîne, bicîh tînin. Îro jî Esed bi tu awayî hebûna Rojavayê Kurdistanê û statuyeke sîyasî li ser cografya ya Rojavayê Kurdistanê qebûl nake. Heger ji destê Esedî bê, dê di Qanûna Bingehîn a Sûrîyeyê de jî hebûna Kurdan û zimanê Kurdî bi awayekî fermî qebûl neke.

Îran weke dewlet piştgirê herî mezin yê Sûrîyeyê ye; bi awayê  leşkerî, aborî, dîplomasî piştgirîya Rejîma Esedî dike. Îran jî li gorî berjewendîyên Rejîma Esedî li Kurdan dinere û naxwaze Kurd tu statuyeke sîyasî û mafên kollektîf yên netewî, demokratîk bidest bixin.

Dewleta Tirkîyeyê di derbarê Rojavayê Kurdistanê de sîyaseta xwe bi devê Serokomarê Tirkîyeyê Recep Tayip Erdoganî zelal kir. Erdogan her dibêje ‘’Emê wê xeletîya ku me li Bakurê Iraqê kirîye, li Bakurê Sûrîyeyê dubare nekin. Emê nehêlin bi tu awayî li Bakurê Sûrîyeyê dewletek, statuyeke sîyasî bê damezrandin’’.

Belê Erdogan, bi aşkereyî dixwaze bibêje ku , me nikarîbû rê li ber statuyeke sîyasî, rê li ber dewleta federe ya li başûrê Kurdistanê bigirin; lê emê rê nedinê ku li Rojavayê Kurdistanê Kurd statuyeke sîyasî bidest bixin.

Gava ku Dewleta Tirkîyeyê êrîş bir ser Rojavayê Kurdistanê du tişt got:

1-)Em nahêlin li wê derê statuyeke sîyasî , dewletek bê ava kirin.

2-)Emê 3 milyon penaberên Sûrîyeyî yên nuha li Tirkîyeyê ne, emê li Bakurê Sûrîyeyê bicîh bikin. Ango Dewleta Tirkîyeyê digot ezê hemû Rojavayê Kurdistanê dagir bikim, hemû destkeftîyên heyî ji holê rakim û rê li ber statuyeke sîyasî bigrim. Li gel vê armancê,  Dewleta Tirkîyeyê dixwest 3 milyon Erebên ku nuha li Tirkîyeyê ne, bîne li Rojavayê Kurdistanê bicîh bike û demografîya Rojavayê Kurdistanê ji bînî ve biguherîne. Dewleta Tirkîyeyê, dixwaze Plana Kemera Erebî bi awayekî hîn mezintir bicîh bîne.

Rûsya weke dewlet her piştgirê Rejîma Esedî bû. Û em dikarin bêjin ku rejîma Esed zêdetir bi xêra Rûsyayê li ser pîyan maye.Rûsya di pirsa Sûrîyeyê û Rojavayê Kurdistanê de yek ji aktorên sereke ye. Pûtîn, di civîna çapemenîyê ya li Soçîyê ya li gel Erdoganî lidarxist, sîyaseta Dewleta Rûsyayê ya di derbarê Kurdan de bi zelalî anî ziman. Putîn got, ‘Em yekpareyîya ax û Dewleta Sûrîyeyê diparêzin. Û em li gel in ku Kurd li gel Şamê di nav dîyalogê de bin. Kurd bi vê rêyê dikarin maf û hiqûqa xwe biparêzin’. Ev gotinên Pûtînî tê wê wateyê ku Rûsya li dijî statuyeke sîyasî ya ji bo Kurdan e, li gel bicîh anîna mafên Kurdan e, lê mafên Kurdan jî ne weke mafên millî, kollektîf tê tarîf kirin û pêkanîna mafên Kurdan jî  dispêre lihevkirineke li gel Rejîma Esedî.

Dewleta Emerîka di derbarê rojavayê Kurdistanê de sîyaseteke gelekî tevlihev, bêserûber û bêîstîkrar meşand, dimeşîne.

Di dema Serokatîya Obamayî de, Emerîka di destpêkê de piştgirîyeke mezin da serîhildana gelê Kurd û gelê Sûrîyeyê. Obama hêvîyeke weha da gel , herkesî bawer kir ku  Rejîma Esedî dê heta 6 mehan birûxe. Lê piştî derketina DAIŞê û hêzên din yên tûndrew yên bi navê Îslamîbûnê, Obama siyaseta xwe guhert û dest ji hewla rûxandina Rejîma Esedî berda. Ev helwesta Obamayî bû destpêka têkçûna tevgera li dijî Rejîma Esedî.

Piştî ku Donald Trump bû Serokê Emerîkayê, Trump xwest bi tûmerî ji Sûrîyeyê vekêşe. Lê Pentagon û CIA û rêvebirîya Emerîkayê rê nedan ku Emerîka ji Sûrîyeyê vekêşe.

Emerîkayê piştgirîyeke mezin a leşkerî û lojîstîk li YPG, HSDyê kir. Ev alîkarî û piştgirî wêneyekî weha çêkir, gelek kesan bawer kirin ku Emerîka  li Rojavayê Kurdistanê ji Kurdan re bingeha statuyeke sîyasî dê ava bike.

Rûsya ji bo ku Tirkîyeyê û Emerîkayê bîne beramberî hev, rê da ku Tirkîye here Efrînê dagir bike.

Tirkîye helwesta xwe ya ji bo dagir kirina hemû axa Rojavayê Kurdistanê rijdtir kir. Piştî vê helwesta Tirkîyeyê,  Trump jî got ‘Em alîkarîyê jî bi Tirkîyeyê re nakin, em rê jî li ber wan nagrin’. Tirkîyeyê jî bi vê glopa kesk a Trumpî roja 9ê cotmeha 2019an bi navê ‘Tevgera Kanîya Aşitîyê’ êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Dewletên Ewrûpayê bertek li dijî vê êrîşa Tirkîyeyê nîşan dan. Lê  Emerîka, Rûsya û Çînê  nehiştin ku Konseya Ewlekarîyê ya Netewên Yekbûyî li himberî êrîşa Dewleta Tirkîyeyê helwesteke hevbeş bistîne.

Dewleta Tirkîyeyê ji vê helwesta Emerîka, Rûsya û Çînê zêdetir cesaret girt û êrîşên xwe berdewam kir.

Lê Kongresa Emerîkayê civîya û li beramberî 64 dengan bi 324 dengan êrîşa Tirkîyeyê û helwesta Trumpî protesto kirin. Piştî vê helwesta Kongresa Emerîkayê Trump got, emê ceza û ablûqayên mezin li ser Tirkîyeyê biçespînin.

Roja 18yê cotmehê Tirkîye û Emerîka li Enqereyê civîyan . Li ser 13 xalan lihev kirin. Mitabakata Enqereyê hate îmza kirin û li Rojavayê Kurdistanê agirbest hate îlan kirin. Madeyên Mitabakata Enqereyê zêdetir piştgirîya Tirkîyeyê dikirin, êrîşa Tirkîyeyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê weke êrîşeke meşrû qebûl dikir û rê dida ku Tirkîye li Serêkanîyê û li Girê Sipî bimîne. HSD jî li gorî vê mitabaqatê divîyabû  ji Serêkanîyê û li Girê Sipî vekişîya.

Ev mitabaqat li ser erdê jî bicîh hat. HSD ji Serêkanîyê û li Girê Sipî vekişîya.Tirkîye li gel Artêşa Azad a Sûrîyeyê ya ku hêzeke çete û terorîst e, li wan deran bicîh bû.

Di roja 22yê Cotmehê li Soçîyê bi serokatîya Pûtîn û Erdoganî Tirkîye û Rûsya civîyan. Di encama civînê de Tirkîye û Rûsyayê , Mitabaqata Soçîyê ya ji 10 xalan pêkhatî îmze kirin.

Mitabaqata Soçîyê, piştgirîya Mitabakata Enqereyê dikir, lê rê li ber dagirkirina Tirkîyeyê ya li hemû Rojavayê Kurdistanê digirt.Herweha agirbest dê berdewam bibûya. Li gorî Mitabaqata Soçîyê Tirkîye li Efrîn, Serêkanîyê û li Girê Sipî dê bimîne; lê li erdên din yên Rojavayê Kurdistanê dê hêzên Artêşa Sûrîyeyê û û Rûsyayê dê bicîh bibin.

Weke demkî Tirkîye dê li wan deran bimîne, lê ne mimkune ku Rûsya, Sûrîye û Îran rê bidin ku Tirkîye weke mayînde li wan deran bimîne.

Aşkere ye  ev rewşa ku îro gelê me li Rojavayê Kurdistanê rû bi rûbûye, ne tesadûfek e; encama plan û stratejîyeke ji pêştir hatîye amade kirin e. Rûsya, Emerîka, Sûrîye, Tirkîye û Îranê  her yek bi awayekî, hinekan bi peywendîyên yekser, hinekan bi rêya navbeyncîyan li ser vê rewşa îro ya Rojavayê Kurdistanê li hev kirine û bi planeke pir alî ev encam derketîye holê.

Helbete ku her dewletek bername, plan, nîyet û armanceke xwe ya taybet û veşartî jî heye; lê ev rewşa îro bi mitabaqata van dewletên navbihurî pêk hatîye.

Dewleta Tirkîyeyê nuha, ji bo demekê be jî, rê li ber statuyeke sîyasî ya li Rojavayê Kurdistanê girtîye. Lê ji bo ku demografîya Rojavayê Kurdistanê biguherîne, çi ji destan bê dê texsîr neke. Pêkhatina demografîya Rojavaye Kurdistanê îro ne bes di destê Tirkîyeyê de. Helwesta Rûsya û Sûrîyeyê jî girîng e.

Rejîma Esedî jî ji vê pêvajoyê bi qezenc derketîye. Esad bêyî şer, bêyî ku ew û Kurd rû bir û bibin, artêşa xwe şand Rojavayê Kurdistanê. Weha bû ku, Kurd mecbûr man bangî Esadî bikin. Li gorî rewş heyî, dê li ser masê jî li seheyê jî destê Esedî hîn xurtir be.

(berdewam dike...)