ENKS daxwaza alîkariya rojavayê Kurdistanê digihîne Civata Navdewletî

ENKS radighîne PYDê di ber rewşa xerab a xelkê Rojavayê Kurdistanê berpirsiyar e. Daxwaz ji civaka navdewletî dike, alîkariyên mirovî bigihîne deverê

K24 – Navenda Nûçeyan

ENKS radighîne PYDê di ber rewşa  xerab a xelkê Rojavayê Kurdistanê berpirsiyar e. Daxwaz ji civaka navdewletî dike, alîkariyên mirovî bigihîne deverê.

Emîndariya Giştî ya Encumena Niştîmaniya Kurdî ENKS di daxuyaniyekê de ragehand ,samanên Rojavayê Kurdistanê di destê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê de ye  û ew di ber rewşa xerab a xelkê berpirsyar e. Herwiha ENKS daxwaz ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekgirtî kir, ku alîkariyên mirovî bigihîne xelkê deverê.

ENKS daxwaz ji Amerîka û Rûsyayê kir, ku fişarê li Tirkiyê bike da ku rê li ber  ava vexwarinê ji bo bajarê Hesekê veke.

Di daxuyaniya xwe de ENKSê daxwaza serbestberdana revandiyan û rawestandina leşkeriya neçar  û revandina zarokan ji bo leşkeriyê ji aliyê hêzên ser bi PYD ve kir û da zanîn ku ev kiryar rewşa xelkê zehmetir dike û dilgiraniyê li cem wan durist dike.

 

 

C.B