Ziyad Rustem: Em ji nebûna xizmetguzariyan berpirs in!

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Ziyad Rustem ji K24 re diyarkir, ku: ”Herçend rewşa aloz dibe ji derveyî derfetên Rêvebriya Xweser ve jî bin, xwe berpirsiyar dibîn in...

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojavayê Kurdistanê di rewşa aborî, enerjî û herweha destwerdanên hêzên herêmî ve, ji pêvajoyek aloz derbas dibe.

Hevserokê Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser Ziyad Rustem ji K24 re diyarkir, ku: ”Herçend rewşa aloz dibe ji derveyî derfetên Rêvebriya Xweser ve jî bin, xwe berpirsiyar dibîn in. Ev helwêstek ehlaqî û desthilatî de em bepirsiyar in. Liser kerta enerjiyê, bi taybetî jî elektrikê – ew ne mijarel nû ye. Sedemên wê yên berê û niha jî hene. Hîn ji dema avakirina Sistema elektrikê li herêma Cezîrê Istasyona Swêdiyê, ku bi dan a elektrikê ya herêma Cezîrê ve hate danîn, karî 150 mgw bide, lê pêwistiya herêmê 450 mgw e.Piştî şerê 2011an li nav Sûriye, di rewşa elektrikê de herêma Cezîrê ji Sûriye hate qutkirin…”

Girêdayî hebûna elektrikê li deverên di bin kontrola rejîmê de li herêma Cezîrê û kêmbûna elektrikê li deverên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de Ziyad Rustem got, ku: “Devereên di bin kontrola rejîmê de, gelek kêm in, deverên sçnordarkirî ne. Lê, heman demê deverên stratejîk in, ku elektrik dive li wir hebe. Nimûne: Firokxaneya Qamişlo”.

Liser aloziyek din a elektrikê li rojavayê Kurdistanê, destwerdan û aloziya ku Tirkiye peyda dike destnîşan kir. Rustem destnêşankir, Tirkiye li dij hemû peymanên navdewletî av a Firatê kêm dike. Ev yek jî, aloziyan ji bendavan re li rojavayê Kurdistanê durist dike”.