Tirkiye: Ayasofya bû Mizgeft!

Bi biryara Dadgeha Îdarî û Desthilata Tirkiye Dêra Navendî ya Krîstiyanên Ortoks, Hacî Sofya dibe mizgeft

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi biryara Dadgeha Îdarî û Desthilata Tirkiye Dêra Navendî ya Krîstiyanên Ortoks, Hacî Sofya dibe mizgeft.

Encumena Wezîran ya Tirkiyeyê, sala 1934, biryar dabû ku Hacî Sofya ne wek mizgeftê, wek muzexaneyê were bikaranîn.

Lê Dadgeha Bilinda Îdarî ya Tirkiyeyê, li ser daxwaza komeleya Şûnwarên Dîrokî, îro biryara encumena wezîran betal kir.

Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayîb Erdogan, biryara dadgehê pêşwazî kir û Hacî Sofya radestî Serokatiya Ewqafa Tirkiyeyê kir ku wek mizgeftê were bikaranîn. Biryara mizgeftbûna Hacî Sofya di rojnameya fermî de jî hat weşandin.

Wezîra Çandiniya Yunanistanê jî biryar rexne kir û got, netewperestiya Erdogan, Tirikye 600 sal paşde biriye.

Hacî Sofya ji hêla Şahê Bîzansê ve 1400 sal berê hatibû avakirin û hezar sal rola navenda serekî ya krîstiyanen ortodoks dîtibû. Dema Osmaniyan sala 1453 Stenbol girtin, Hacî Sofya jî kiribûn mizgeft. Hikûmeta Kemal Ataturk, sala 1934 mizgeftbûna Hacî Sofya betal kir û biryar da ku wek muzexane were bikaranîn.

 

 

 

C.B