Li Rojava 8mîn festîvala Hespên Resen birêve çû

120 hesp ji tevaya bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê beşdarî festîval bûn.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Li bajarokê Tilhemîs, 8mîn festîvala Hespên Resen hate lidarxistin ku 120 hesp ji tevaya bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê beşdarî festîval bûn.

Komîteya Ciwanan û Werzîşê ku amadekarî ji festival re kiriye dide zanîn ku jiber zêdebûna beşdariyê ew bi awayekî berdewam van pêşbirkan lidar dixin. Herwiha komîte dibêje jî ku hin ji hespên beşdar li ser asta Sûriyê beşdarî pêşbirgan bûne û hin xelat jî wergirtine.

Festîvala ku ji 12 geran pêk tê rikaberiyeke mezin tê de hate nîşandan nemaze ku xelatên madî ji hespên serkeftî re habûn.