Li Îranê 221 kesên din bi Koronayê canê xwe jidest dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 221 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 621 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 221 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 284 hezar û 34 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 15 hezar û 74 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 247 hezar û 230 nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa 3 hezar 667 kesan ne cîgir e.
S. B