Li Îranê 195 pêketiyên Koronayê canê xwe jidest dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 195 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 316 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 195 kes jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 288 hezar û 839 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 15 hezar û 484 kesan.
Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 251 hezar û 319 nexweşên Koronayê baş bûne.
S. B