Îran bilindtirîn amara mirina bi Koronayê tomar dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 235 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di daxuyaniyekê de ragihand, di 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 667 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 235 kesan jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.
Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 296 hezar û 273 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 16 hezar û 247 kesan.
Wezareta Tenduristiyê diyar kir, vîrusa Koronayê li Tehranê bi awayekî berfireh belav bûye û Tehran derbasî “rewşa sor” bûye.
S. B