Li Îranê hejmara tûşbûn û mirinên bi Korona zêde dibin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Îranê 216 kesên din bi Vayrosa Korona canê xwe jidest dan û zêdetirî 2 hezar û 500 kesên din jî, tûşî Vayrosê bûn.
Peyvdara Wezareta Tendrustî ya Îranê Sîma Sadat Larî ragihand, di 24 demjimêrên borî de, 2 hezar û 548 kesên din li Îranê tûşî Vayrosa Korona bûn e û 216 kesên din bi Vayrosê canê xwe jidest dan e.
Bi vê amarê, hejmara kesên li Îranê tûşî Vayrosa Korona bûn e gehîşt 306 hezar û 752 kesan. Ji wê hejmarê, 16 hezar û 982 kesan canê xwe jidest dan e û zêdetirî 265 hezar tûşbûyî çareser bûn e.
C.B