Binkeya Laliş: Bexda berpirsyarê rewşa aloz a Şingalê ye

Desteya Bilind a Binkeya Laliş a Rewşenbîrî û Civakî ya Duhokê diyar dike; rewşa Êzidiyan ew qas xirab e ku eger derfet hebe ew dê hemû koç bikin û Iraqê terk bikin

K24 – Hewlêr

Desteya Bilind a Binkeya Laliş a Rewşenbîrî û Civakî ya Duhokê diyar dike; Bexda berpirsyarê rewşa niha ya Şingalê ye û eşkere dike; rewşa Êzidiyan ew qas xirab e ku eger derfet hebe ew dê hemû koç bikin û Iraqê terk bikin.

Sibe şeş sal di ser komkujiya Êzidiyan re derbas dibe, lê heta niha nêzîkê 2800 jin û mêr û zarokên Êzidî winda ne. Desteya Bilind a Binkeya Laliş bi vê boneyê daxuyaniyek belav kir û pênc daxwazên wê ji Bexdayê hene.

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Hêj nêzîkê 2800 jin û mêr û zarokên Êzidî winda ne, çendîn kesên din jî ji ber siberojeke nediyar û zêdebûna tundrewiya olî ji Rojhilata Navîn û di nav wê de jî ji Iraqê awareyî welatên Ewropa, Amerîka, Awustralya û welatên din bûn.”

Her çiqas heta niha amarek diyar nîne ku piştî êrîşên DAIŞê çend Êzidî ji Iraqê derketine, lê Binkeya Laliş hişyarî dide ku rewşa wan ew qas xirab e “eger deriyê koçberiyê li ber Êzidiyan vebe, bi hezaran Êzidî dê koç bikin”.

“Bi xemên Êzidiyan bazirganî dikin”

Desteya Bilind a Binkeya Laliş a Rewşenbîrî û Civakî di daxuyaniya xwe ya îro şemiyê 2ê Tebaxa 2020an de bêyî ku navê aliyekî bide, diyar dike; “Di demekê de ew bîranîna dilzîz tê ku xelkê me li Şingalê û temamê Êzidiyan li naverasta rê rawestiyane, ji ber ku rewş li Şingal û komelgehan û li çiyayê Şingalê aloz e. Hebûna hejmareke zêde ya çekdaran ku her yek ji wan li pey berjewendiyên xwe diçin û bi xemên Êzidiyan bazirganî dikin, giringîdana wan tenê dirûşmên sexte ne ji bo bidestxistina armancên xwe, ku niha ew armanc ji bo her kesî ronî û eşkere bûn.”

Desteya Bilind a Binkeya Laliş a Rewşenbîrî û Civakî ya Duhokê, ku li Kurdistan û Iraq û cîhanê saziya sivîl a Êzidiyan a herî mezin e, di beşeke din a daxuyaniya xwe de dibêje; Bexda ji rewşa aloz a Şingalê berpirsyar e û em wisa bawer dikin bi qestî rewşê bi vî awayî dihêlin ji bo pêkanîna wan armancên xwe, dibe ku bigihin derveyî sînorê Iraqê.

Di dawiya daxuyaniyê de ji Bexdayê hatiye xwestin ku ji bo wê alozî û tevliheviya çek a li seranserê Şingalê çareseriyek bibînin, hemû yekîneyên çekdar ên Iraqî û biyanî dûr bixin, herwiha li ser çawaniya îdarekirina karûbarên Şingalê bi hemahengiya li gel xelkê Şingalê, jihevtêgihiştinek di navbera Wezareta Bergirî ya Iraqê û Wezareta Pêşmerge de hebe. Ew xeletiyên berê jî werin rawestandin ku bi zorê qaymeqam û rêveberê nahiyeyê ji derveyî sînorê Iraqê bo postên îdarî yên (Şingalê) hatibûn danîn.

 

Î.A