VÎDEO - Li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl du wesayîtên barhilgir şewitîn

Li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl – Xabûrê yê li navçeya Zaxoyê, du wesayîtên barhilgir ku ji Ewropayê hatibûn, şewitîn.

K24 – Zaxo

Li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl – Xabûrê yê li navçeya Zaxoyê, du wesayîtên barhilgir ku ji Ewropayê hatibûn, şewitîn.

Kamî Kemal, Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl ji K24ê re ragihand; di nav wesayîtên barhilgir de kelûpelên destê duyem hebûn.

Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl eşkere kir; sê barhilgir bûn û tîmên agirkuj agirê yek ji wan barhilgiran temirand û ji wan her du barhilgirên din veqetand, lê belê kelûpelên wan şewitîn.

Kamî Kemal destnîşan kir; rûdan di demjimêr 17:00an de qewimî û her du wesayît ji Ewropayê ber bi Herêma Kurdistanê dihatin.

Derbarê sedema şewatê de jî diyar kir: “Heta niha ti sedemeke rasteqîn nayê zanîn, lê belê tê pêşbînîkirin ku ji ber şûşeyên bêhn û butlên biçûk ên madeyên cuda, ku di nav wesayîtê de bûn, ji zêdebûna pileya germahiyê teqiyabin û agir derketibe.”

 

Î.A