Firokeyên şer devereke Mawet bombebaran kir

Îro çend firokeyên şer du car deşta Jajolan û Giwêrekan a li nêzîkî gundê Gelale yê li sînorê navçeya Mawet bombebaran kir

K24 – Silêmanî

Îro çend firokeyên şer du car deşta Jajolan û Giwêrekan a li nêzîkî gundê Gelale yê li sînorê navçeya Mawet bombebaran kir.

Kameran Hesen, Qaymeqamê Navçeya Mawet ji K24ê re ragihand: “Ji ber bombebaranê ti zirarek negihiştiye xelkê gundê Gelale, lê ne diyar e ku gelo kesekî din bûye armanca bombebaranê an na.”

Qaymeqamê Navçeya Mawet destnîşan kir: “Ji ber bombebaranê agir li rez û bax û pûş û qirşikan ketiye û hêj nehatine temirandin.”

Heta niha ti aliyek bi fermî ev bombebaran negirtiye ser xwe, lê wisa tê gotin ku ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatiye kirin.

Di nava sê salên borî de, ev şeşem bombebarana li derdora gundê Gelale ye, di sala 2017an de pênc dever hatibûn bombebarankirin û ji ber vê, gundê Gelale heta demekê hatibû valakirin.

Î.A