Li ser şewata li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl daxuyaniyek hat dayîn

Duh êvarê li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl agir bi du wesayîtên barhilgir ketibû

K24 – Hewlêr

Duh êvarê li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl agir bi du wesayîtên barhilgir ketibû û Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl daxuyaniyek derbarê wê rûdanê de belav kir.

Roja duşemê di demjimêr 17:10ê de li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl du barhilgir şewitîbûn. Kamî Kemal, Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl di daxuyaniya xwe de wan îdiayan red dike ku dihate gotin di şewatê de nivîsîngeh û dosyeyên deriyê sînorî jî şewitîne.

Piştî rûdanê li ser medyaya civakî hin îdia belav bûbûn ku nivîsîngeh û dosyeyên deriyê sînorî şewitîne, lê Berdevkê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl van îdiayan red dike û dibêje: “Em van îdiayan red dikin û ev îdia bêbingeh in. Dezgehên ragihandinê jî eger bixwazin, dikarin serdana qadê bikin û rastiya rûdanê bibînin.”

Kamî Kemal eşkere dike ku di rûdanê de zirar negihiştiye canê ti kesî, lê her du wesayîtên barhilgir ku kelûpelên hemû cure weke pêwîstiyên bazara online têde hebûn, şewitîn. Agir jî ji ber zêdebûna pileya germahiyê û hebûna kolonya û spreyan derketiye.

 

Î.A