Navdareke Lubnanê di teqîna Bêrûdê de birîndar bû

Aktora navdar a Lubnanê Nadîn Necm di encama teqîna duh a Bêrûdê de birîndar bû û şeş demjimêran di bin neştergeriyê de ma.

K24 – Navenda Nûçeyan

Aktora navdar a Lubnanê Nadîn Necm di encama teqîna duh a Bêrûdê de birîndar bû û şeş demjimêran di bin neştergeriyê de ma.

Ji ber ku teqîna li Bêrûdê li nêzîkê mala Nadîn Necm qewimî, nûçeyek belav bûbû ku her du zarokên Necm jiyana xwe ji dest dane, lê Nadîn Necm li ser hesabê xwe yê Instagramê peyamek belav kir û ragihand; her du zarokên wê sax in, lê belê rewşa tendirustiya wan xirab e.

Navdara Lubnanî Nadîn Necm di peyama xwe de diyar kiriye: “Ez spasiya Xwedê dikim, ku temenekî nû ji min re bexşand. Teqîn li nêzîkê me bû, di rastiyê de gotin weke dîmenan rastiyê nîşan nade, kî biçe mala min dê bibîne ku xwîn bi her cihê malê ve ye û hemû alavên me şikestine.”

Nadîn Necm di peyama xwe de behsa awayê xwerizgarkirina xwe dike û dibêje: “Hezar car spas bo Xwedê ku hêz da min û ez bi lingan 22 qat daketim jêrê, tevî ku hemû canê min xwîn bû, min xwe rizgar kir.”

Piştî derketina ji avahiya mala xwe, Nadîn Necm çûye nexweşxaneyekê, lê ji ber zêdebûna birîndaran ew wernegirtine û xwe gihandiye nexweşxaneyeke din. Necm dibêje: “Ez şeş demjimêran di bin neştergeriyê de mam, nîviyê rû û laşê min bûbû xwîn.”

Aktor û nimayîşkar Nadîn Necm di sala 2004an de nasnavê Şahciwana Lubnanî bi dest xistibû. Necm di sala 1984an de jidayîk bûye û bi wê yekê tê nasîn ku di piraniya rêzefîlmên romantîk de rola sereke lîstiye.

 

Î.A