Kemanjenê Kobanî Mihemedê Dûman koça dawiyê kir

Hunermend û kemanjenê navdar ê Kobanî Mehemed Xelîl Xazî yê bi navê Mihemed Dûman naskirî ye, îro li Enqerê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermend û kemanjenê navdar ê Kobanî Mehemed Xelîl Xazî yê bi navê Mihemed Dûman naskirî ye, îro li Enqerê koça dawiyê kir.

Şêxê kurê hunermend û kemanjen Mehemed Xelîl Xazî ji K24ê re ragihand, bavê wî îro li nexweşxaneyeke Enqerê di 91 saliya temenê xwe de koça dawiyê kir.

Kemanjen Mihemedê Dûman bi dengbêjên navdar ên Rojavayê Kurdistanê wek Baqî Xido û Cemîl Horo û yên din re li kemanê dida. Herwiha bi dehan berhemên wî yên tomarkirî hene.

Herwiha da zanîn jî, Mihemed Xelîl Xazî di sala 2014an de, di dema êrîşa çekdarên DAIŞê de, ji Kobanî koçberî Tirkiyê bûbû.  

Mihemed Xelîl Xazî sala 1929ê li Sêwrega Rihaya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye, lê malbata wî bi eslê xwe ji pirdêya Başûra Kurdistanê ye.

 

S. B