Li Duhokê du kesên din jî jiyana xwe ji dest dan

Îşev li bajarê Duhokê du pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan.

K24 – Duhok

Îşev li bajarê Duhokê du pêketiyên vîrûsa koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan.

Çavkaniyeke ji Tendirustiya Duhokê ji K24ê re ragihand; îşev du kesan ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan, yek ji wan 57 salî ye û yê duyem 84 salî ye.

Ji ber ku hejmara pêketina vîrûsa koronayê û mirinên ji ber vê vîrûsê li parêzgeha Duhokê her ku diçe zêde dibe, îro Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ferman da, ku ji budceya rûbirûbûna vîrûsa koronayê bi qasî milyarek dînar (nêzîkê 850 hezar dolar) ji bo tendirustiya parêzgeha Duhokê were terxankirin, bi mebesta kontrolkirina belavbûna vîrûsa koronayê li sînorê parêzgaha Duhokê.

Li gor amarên 24 demjimêrên bûrî yên pêketiyên koronayê li Duhokê, 101 kes bi Covid-19ê ketine û li wê parêzgehê bi giştî 902 kes bi vê vîrûsê ketine. Herwiha hejmara welatiyên ku ji vê vîrûsê rizgar bûne 405 kes e û niha 491 kes di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

Tevî van du welatiyên ku îşev canê xwe ji dest dane, hejmara welatiyên ku li Duhokê ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihişt 8 kesan.

 

Î.A