Piştî 12 salan kujerê 150 kesan hat desteserkirin

Rêveberiya Îstixbarata Iraqê desteserkirina terorîstekî ragihand ku bi kuştina 150 kesan bi rêya teqandina otomobîleke bombebarkirî tohmetbar e

K24 – Hewlêr

Rêveberiya Îstixbarata Iraqê desteserkirina terorîstekî ragihand ku bi kuştina 150 kesan bi rêya teqandina otomobîleke bombebarkirî tohmetbar e.

Rêveberiya Îstixbarata Iraqê bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Rêveberiya Îstixbarat û Dije-Terorê ya li Diyale û Bexdayê, ku di çarçoveya Ajansa Îstixbaratê ya Wezareta Navxwe de dixebite, di operasyonekê de terorîstê bi navê Ebû Xettab desteser kir.”

Di daxuyaniyê de hatiye destnîşankirin: “Terorîstê navborî, bi wê yekê tohmetbar e ku di sala 2008an de bi rêya otomobîleke bombebarkirî teqînek li nahiyeya Xan Benî Se'd encam daye û di encama wê teqînê de 150 kesên ji nişteciyên wê nahiyeyê hatin kuştin û hejmareke mezin jî birîndar bûn.”

Rêveberiya Îstixbarata Iraqê amaje bi wê yekê jî dike: “Pêvajoya desteserkirina wî terorîstî, piştî çavdêriyeke hûrbînî ya li parêzgeha Diyale û deverên derdora sînorê parêzgeha Bexdayê bû. Piştî desteserkirinê jî li tawana xwe mikur hatiye û dosyeya wî bo dadgehê hatiye şandin, da ku cezayê xwe bibî

 

Î.A