Li Kurdistanê projeya kirîna genim tê cîbicîkirin

Bi rêya çend kompaniyan ve, projeya kirîna genimê cotkaran tê cîbicîkirin

K24 – Hewlêr

Bi rêya çend kompaniyan ve, projeya kirîna genimê cotkaran tê cîbicîkirin, da ku ji berhemên navxweyî sûd were girtin û bi rêya vê projeyê, hemû berhemên ku ji genim têne çêkirin, dê li Herêma Kurdistanê werin berhemanîn.

Husên Heme Kerîm, Berdevkê Wezareta Çandiniyê derbarê vê mijarê de ragihand; Encûmena Wezîran rizamendî li ser cîbicîkirina vê projeyê nîşan daye û di demeke nêz de peymanname dê were îmzekirin.

Wezareta Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê plana cîbicîkirina projeyê bi vî awayî pêk aniye ku bi gotûbêja li gel cotkaran dê were cîbicîkirin û bi dehan kargeh li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê werin avakirin. Herwiha ev proje dê bi hezaran derfetên kar li ber welatiyên herêmê veke.

Fethî Mihemed, Berdevkê Wezareta Bazirganî diyar kir ku axa Kurdistanê berhemdar e, ev jî derfeteke baş e ji bo pîşesazîkirina berhemên ku ji genim têne çêkirin.

Projeya kirîna genimê cotkaran, yek ji projeyên herî giring ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye ji bo avakirina jêrxana pîşesazî û parastina asayîşa xurekê li Herêma Kurdistanê.

Li gor projeyê, salane 500 hezar ton genim dê ji cotkaran werin standin û berhemên ku niha ji derve têne hawirdekirin, weke; savar û ard û dan û hwd. dê werin çêkirin.

Herwiha dema ev proje were cîbicîkirin, hawirdekirina berhemên ku têne çêkirin, dê were qedexekirin.

 

Î.A