Hatina geştyarên Iraqê hejmara pêketiyên koronayê li Silêmaniyê zêde kir

Rojên cejnê nêzîkî 70 hezar geştyar ji naverast û başûrê Iraqê hatin parêzgeha Silêmaniyê, vê jî sektora tendirustiya Silêmaniyê nîgeran kiriye

K24 – Silêmanî

Rojên cejnê nêzîkî 70 hezar geştyar ji naverast û başûrê Iraqê hatin parêzgeha Silêmaniyê, vê jî sektora tendirustiya Silêmaniyê nîgeran kiriye.

Ji ber ku di rojên cejnê de gelek geştyarên Iraqê hatin Silêmaniyê û beşek ji wan geştyaran, pişkinînên wan ên vîrûsa koronayê (Covid-19) pozîtîf derketine, amarên pêketiyên koronayê li Silêmaniyê her ku diçe zêde dibe.

Li gor zanyariyên K24ê, gelek geştyarên Iraqê, pabendî rêkarên tendirustiyê nebûne.

Ev di demekê de ye ku bi biryara Lijneya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê hatina geştyaran bo parêzgeha Silêmaniyê hatibû qedexekirin.

 

Î.A