Li Îranê 132 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê 132 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Îran û  rojhilatê Kurdistanê 132 kesên din bi vîrusa Koronaya nû COVID-19 canê xwe jidest dan. 

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê Dr. Sîma Larî ragihand, di nav 24 demjimêrên bûrî de 2 hezar û 125 kes li Îranê bi Koronayê ketine û 132 kesan jî bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, hejmara pêketiyan li Iranê gihîşt 324 hezar û 692 kesan û hejmara kesên canê xwe jidest dane jî gihîştiye 18 hezar û 264 kesan.

Berdevka Wezareta Tenduristiya Îranê anî ziman ku heta niha 28 hezar nexweşên Koronayê baş bûne û rewşa 4 hezar û 100 kesî xirap e.

 

S. B