Yehya Resûl: Em û Pêşmerge gihiştine hevfêmkirineke baş

Fermandarekî payebilind ê Iraqê eşkere kir; gotûbêjên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser alîkariya îstixbaratê bo deverên cihê nakokî "deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê" gihiştine jihevfêmkirineke baş ji bo jiholêrakirina terorê, bi taybetî li sînorê parêzgehên Diyale û Kerkûkê.

K24 – Hewlêr

Fermandarekî payebilind ê Iraqê eşkere kir; gotûbêjên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê li ser alîkariya îstixbaratê bo deverên cihê nakokî "deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê" gihiştine hevfêmkirineke baş ji bo jiholêrakirina terorê, bi taybetî li sînorê parêzgehên Diyale û Kerkûkê.

Yehya Resûl, Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand: “Civîn û hevfêmkirina ewlehiya hevbeş di navbera Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraq û Hêzên Pêşmerge de heye.”

Resûl herwiha eşkere kir: “Ev hevfêmkirin, zêdetir li ser alîkarî û hemahengiya encamdana operasyonên serbazî yên hevbeş e li deverên ku guman heye şaneyên razayî yên DAIŞê hebin. Herwiha danûstandina zanyariyên îstixbaratî di warê rûbirûbûna teror û gefên ewlehiyê de, weke din peywendiya wê bi kontrolkirina sînoran heye, da ku rê li ber têketina çekdarên terorîst ji welatên hevsînor ên Iraqê were girtin.”

Li gor malpera El Erebî El Cedîd, Yehya Resûl behsa wê yekê jî kiriye ku jihevtêgihiştina navbera Hewlêr û Bexdayê, bûye sedema wê yekê ku di navbera her du aliyan de navenda hemahengiya hevbeş were pêkanîn, ku ji hejmarek efser û fermandarên her du aliyan pêk hatiye û armanc jî ew e ku valahiya ewlehiyê ya navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê li gel parêzgehên Iraqê bi hevbeşî were dagirtin.

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî yên Iraqê eşkere kir; hikûmeta Iraqê ji bo kontrolkirina sînorê navbera Iraq û Sûriyê hewl dide, ji bo vê mebestê jî, planek di navbera fermandariya operasyonan û Wezareta Navxwe û Wezareta Bergiriyê ya Iraqê de bi teknolojiya herî nû hatiye danîn.

 

Î.A