Li Sêmêlê xortek hat kuştin

Şeva din xortek li navenda navçeya Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê hat kuştin

24 – Duhok

Şeva din xortek li navenda navçeya Sêmêl a ser bi parêzgeha Duhokê hat kuştin.

Muqedem Hêmin Silêmanî, Berpirsê Ragihandina Polîsê Duhokê ji K24ê re ragihand: “Şer û pevçûn di navbera çend xortan de derketiye û di encama pevçûnê de xortekî 20 salî yê bi navê E.E.B canê xwe ji dest daye, herwiha çar kesên din jî birîndar bûn.”

Hêmin Silêmanî eşkere kir: “Her du alî mirovên hev in û ji heman eşîrê ne.”

Berpirsê Ragihandina Polîsê Duhokê herwiha diyar kir: “Polîs dest bi lêkolînê kiriye û çend mifreze hatine pêkanîn ji bo desteserkirina kujerên wî xortî.”

 

Î.A