Li Colemêrgê wesayîta zirxpoş qelibî: 2 polîs mirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Gever a ser bi bajarê Colemêrga bakurê Kurdistanê, wesayîta polîsan a zirxpoş qelibî û di encama rûdanê de 2 polîsên operasyonên taybet jiyana xwe ji dest dan.
Hat ragihandin ku wesayîta zirxpoş dema ji peywira xwe vedigeriya, qelibiye.
Di rûdana trafîkê de 2 polîsên ku di nav wesayîtê de bûn, canê xwe ji dest dan.
Li gor zanyariyan, cenazeyên her du polîsan piştî merasîmê, bo bajarên wan werin veguhestin.
Î.A