Rêkeftina HSD û Amerîka û egera operasyonek nû li Sûriyê

Rêkeftina HSDê bi kompanyayeke Amerîka bo nefta Rojavayê Kurdistanê ji bo ser wan deveran egera destpêka operasyonên nû bi xwe re aniye.
kurdistan24.net

K24 – Enqere

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, hişyariya Rûsyayê ya derbarê Idlibê de ji bo Tirkyê hatiye dayîn û rêkeftina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya bi kompanyayeke Amerîka bo nefta Rojavayê Kurdistanê ji bo ser wan deveran egera destpêka operasyonên nû bi xwe re aniye. Li gorî hin pisporên Tirkiyê di meha Îlonê de ser Idlibê dê operasyoneke berfireh pêk bê. Hin alî jî di warê aborî û dîplomatîk de rêkeftina HSDê serkeftî bibinin lê dibêjin Tirkiye û Rejîma Esad dê nêzîkê hev bibin dijî HSDê.

Di 6ê Tebaxê de ji aliyê Rûsyayê ve hişyarî ji bo Tirkiyê hate dayîn ku Li Idlibê dijî rêxistinên tundrew bergiriyên xwe zêde bike ji ber ku rageşî li wê derê zêde dibe. Li gel vê yekê kompanyeyeke neftê ya Amerîkayê bi HSDê re li ser nefta Rojavayê Kurdistanê rêkeftinek pêk anîbû û Tirkiye, Rûsya, Sûriye û Îranê bertek nîşanî vê rêkeftinê dabûn.

Pisporên Tirkiyê ku van geşedana ji nêz ve dişopînin diyar dikin ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hevsengiyên heyî dê biguherin û egera operasyonên mezin jî zêde ye. Bi boçûna Pisporê ewlehiya Tirkiyê Mîthat Îşik Îdlib êdî di navbera Tirkiye û Rûsyayê de kêşeyeke gellek demdirêje ku pêwîste bê çareserkirin ji loma jî payîzê operasyona mezin ya bo ser Îdlibê ber derî ye, hemû layen amadekariyan dikin.

Pisporê Ewlehiya Tirkiyê Mîthat Îşîk ji K24ê re got: Niha devera herî aloz a li Sûriyê Idlib e. Ji ber ku hemû hêzên tundrew li wê derê ne. Idlib navbera Tirkiye û Rûsyayê de tevî rêkeftinan weke kêşeyeke neçareserkirî maye û ne çekên giran li wê derê hatine derxistin ne jî hêzên tundrew. Ev çend roj in em dibînin ku rejîma Esad, artişa Tirkiyê û hêzên tunderw amadekariyên xwe zêde dikin. Di destpêka meha Îlonê de operasyoneke mezin dê li ser Idlibê pêk bê û dê payîzê herêm zêde aloz bibe.

Prof. Dr. Hasan Oktay jî ku balê dikşîne rêkeftina ser nefta Rojavayê Kurdistanê ku navbera kompanyeya Amerîkî û HSDê re pêk hatiye dibêje; bi saya vê rêkeftinê HSDê li herêmê di warê aborî û dîplomatîk de hebûna xwe rewa kiriye lê belê ev rêkeftin dê bêbe sedem ku rejîma Esad û Tirkiye dijî HSDê nêzîkê hev bibin.

Pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Hasan Oktay dibêje: Rêkeftina navbera HSD û Amerîkayê de Tirkiye ji bo xwe weke gefekê û hewla parçekirina xaka Sûriyê dibîne. Ev rêkeftin dê bibde sedem ku Tirkiye û Rejîma Esad nêzîkê hev bibin û dijî HSD û deverên di bin kontrola YPGê de operasyonekê pêk bînin. Helbet ev rêkeftina HSDê bi kompanyeyeke Amerîkî re kiriye di warê aborî û dîplomatîk de li herêmê HSDê bihêz û meşrûtir dike.

Herwiha Pispor amaje pê dikin ku Tirkiye li Libyayê hebûn û bandora xwe çiqas zêde bike li Idlibê ji aliyê Rûsyayê ve dê her bê tengasîkirin. Li gel vê yekê pipsor diyar dikin ku ger Rêkeftina navbera Kompanyeya Amerîkî û HSDê re demdirêj be eger heye ku bi welatên heveyman re jî rêkeftinên bi vî rengî bên îmzekirin û ev yek jî dê di qada navneteweyî de hêza Kurdên Rojava zêdetir bike.