Li Sineyê du zindaniyên Kurd hatin darvekirin

Li zindana navendî ya Sineyê ya li rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd hat darvekirin, herwiha du roj berê jî heman hukm bi ser welatiyekî din de jî hatibû sepandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Li zindana navendî ya Sineyê ya li rojhilatê Kurdistanê, welatiyekî Kurd hat darvekirin, herwiha du roj berê jî heman hukm bi ser welatiyekî din de jî hatibû sepandin.

Li gor zanyariyên Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirovan, di nav du rojan de, du welatiyên Kurd li Îranê hatin darvekirin.

Serê sibeha roja sêşemê, li zindana navendî ya Sineyê, hukma darvekirinê bi ser welatiyekî xelkê Sineyê yê bi navê Fayîq Ehmedî de hat sepandin. Fayîq Ehmedî 13 sal in, di zindanê de bû.

Roja duşemê jî welatiyekî din ê bi navê Keywan Reza Qûlî li zindana Sineyê hatibû darvekirin. Ev her du welatî jî Kurd in û bi tohmeta kuştina bi qestî hatine darvekirin.

 

Î.A