Tevî hewldanên Erdogan, daketina nirxê lîreyê berdewam e

Ji ber daketina nirxê lîreya Tirkiyê, baweriya veberhêneran bi aboriya Tirkiyê kêm bûye û bi awayekî neyênî lê dinêrin.

K24 -Navenda Nûçeyan

Ji ber daketina nirxê lîreya Tirkiyê, baweriya veberhêneran bi aboriya Tirkiyê kêm bûye û bi awayekî neyênî lê dinêrin.

Ajansa Bloomberg di raporteke xwe de eşkere dike; tevî hewldanên Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê, bo nîşandana wêneyeke baş a aboriya welatê xwe, baweriya veberhêneran bi aboriya Tirkiyê nemaye.

Li gor raportê, veberhêner bi awayekî neyênî li rewşa bankayên Tirkiyê dinêrin, bi taybetî jî piştî wê yekê ku nirxê lîreya Tirkiyê bi awayekî berçav daketiye.

Pisporên aboriyê di wê baweriyê de ne ku sedema sereke daketina nirxê lîreya Tirkiyê weke sala 2018an, ku wê demê bi şiklekî pêşbînînekirî daket, ji ber peywendiyên xirab ên navbera Waşinton û Enqereyê ye.

Ji destpêka îsal ve, lîreya Tirkiyê bi rêjeya %18 nirxê xwe ji dest daye. Pisporên li Banka Goldman Sachs a Amerîkayê pêşbîniya wê yekê dikin ku ji sê heta şeş mehên bê, nirxê lîreyê dê li hember dolar heta asta 7.75 û 8 lîreyan dakeve.

 

Î.A