Li Hindistanê marekî duserî hat dîtin

Li eyaleta Maharaştra ya Hindistanê marekî duserî hat dîtin, ku weke yek ji marên herî metirsîdar ê Hindistanê tê zanî

K24 – Hewlêr

Li eyaleta Maharaştra ya Hindistanê marekî duserî hat dîtin, ku weke yek ji marên herî metirsîdar ê Hindistanê tê zanîn.

Rojnameya Hindustan Times ragihandiye; marekî duserî hatiye dîtin ku dirêjahiya wî 11 santîmetreyê derbas nake û dirêjiya her serekî wî jî zêdetirî 2 santîmetre nîne.

Hat ragihandin ku ew mar ji aliyê welatiyekî ve hatiye dîtin û dema welatiyê ji bajarê Maharaştra mar dîtiye, yekser bi Komeleya Parastina Ajalan re ketiye peywendiyê.

Li gor zanyariyên komeleyê, marên bi vê cûreyê li bejahiyê demeke dirêj najîn.

Rojnameya Hindustan Times amaje bi wê yekê kiriye ku ev cûre mar bi "Daboia russelii" têne binavkirin.

 

Î.A