Rojek piştî rêkeftina Îmarat û Îsraîlê karvedanan dest pê kir

Rojek piştî rêkeftina Îsraîl û Îmaratê karvedanên navdewletî û herêmî dest pê kirin, ku beşek ji wan piştgirî didin û beşek jî li dijî vê rêkeftinê ne

K24 – Hewlêr

Rojek piştî rêkeftina Îsraîl û Îmaratê karvedanên navdewletî û herêmî dest pê kirin, ku beşek ji wan piştgirî didin û beşek jî li dijî vê rêkeftinê ne.

Amerîka û Ewropa pîrozbahî û pêşwazî li vê rêkeftinê kirin û ji bo vegerandina aramiyê bo Rojhilata Navîn weke pêngaveke giring dibînin. Hemas, Tirkiye û Îran jî li dijî vê rêkeftinê derketin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê, Balyozê Îmaratê yê li Enqerê bangî wezaretê kir û nerazîbûna welatê xwe ragihand. Recep Tayyip Erdogan, Serokomarê Tirkiyê jî dixwaze hemû peywendiyên welatê xwe li gel Îmaratê qut bike.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê Derve yê Îranê jî ev rêkeftin weke şanogerî bi nav kir û got: “Ev rêkeftin kêşeya Filistînê çareser nake.”

Zerîf li ser vê mijarê diyar kir: “Rayedarên Amerîkayê rastiya rewşa Filistîna dagirkirî fêm nakin û di wê baweriyê de ne ku bi vê şanogeriya duh û rêkeftina Îsraîl û Îmaratê, dikarin çarenûsa Filistînê çareser bikin. Îdareya niha ya Amerîkayê îsbat kiriye ku siyaseta vê herêmê qet nizane.”

Alîkarê Wezîrê Rewşenbîrî û Dîplomasiya Giştî yê Îmaratê jî eşkere kiriye: “Ev pêngav dînamîka siyaseta Îsraîlê li hember Filistînê diguherîne û di rojên bê de welatên din ên Erebî jî dê deriyên xwe li ber Îsraîlê vekin.”

Umer Xubaş, Alîkarê Wezîrê Rewşenbîrî û Dîplomasiya Giştî yê Îmaratê dibêje: “Em bi ragihandina asayîkirina peywendiyên xwe yên li gel Îsraîlê dînamîka siyaseta Îsraîlê li hember projeyên niştecîkirinê li ser axa Filistînê diguherînin, eger em tenê vê yekê jî bikin, serkeftin e. Em dixwazin fikr û têgihiştina her du aliyan ji bo çareseriya kêşeyan biguherînin. Em hêvîdar in Îsraîl jî sûdê ji vê pêngava erênî werbigre, ku Îmarat û di siberojê de welatên din ên herêmê ber bi wê ve diçin.”

Herwiha xelkê Filistînê jî ji vê rêkeftinê hêrs bûne, ku ev rêkeftina welatên Erebî li gel Îsraîlê weke destkeft were firotin. Îmaratê jî dilniyayî daye xelkê Filiftînê û ji wan re dibêje: “Em minetê li serê we nakin, lê me ji bo çareseriya kêşeya Filistînê derfeteke din aniye holê û hûn jî vê derfetê ji kîsê xwe nedin.”

Î.A