Geştên esmanî yên Hewlêr û Ewropayê dest pê dikin

Geştên esmanî yên Hewlêr û Ewropayê dest pê dikin, yekem geşt jî dê roja 20ê Tebaxê bo Awusturyayê (Nemsa) were encamdan.

K24 – Hewlêr

Geştên esmanî yên Hewlêr û Ewropayê dest pê dikin, yekem geşt jî dê roja 20ê Tebaxê bo Awusturyayê (Nemsa) were encamdan.

Rêyên Esmanî yên Awusturyayê bi daxuyaniyekê eşkere kir; roja 20ê Tebaxa 2020an  geştên esmanî yên rasterast ji Balafirgeha Navdewleyî ya Hewlêrê bo Balafirgeha Navdewletî ya Awusturyayê dest pê dikin û di hefteyekê de sê geşt werin encamdan.

Li gor ragihandinê, ji ber vîrûsa koronayê (Covid-19), tenê ev kes dikarin geştê bikin:

- Kesên xwedî pasaport an jî nişteciyên welatê ku geştê dikin.

- Kesên ku xwedî vîze ne û nexweş in, bi mercê ku ji nexweşxaneya xwe piştgirî werbigrin.

- Kesên ku xwedî vîzeya bazirganiyê ne û ji bo bazirganiyê geştê dikin, bi mercê ku piştgiriya aliyê hemberê xwe werbigrin.

- Geştên transît.

Herwiha divê rapora pişkinînên Covid-19 yên geştyaran negatîv bin û rapora wan 48 demjimêr berî geştê nebe, eger na, li ser hesabê xwe, 14 roj dê werin karantînkirin.

Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji ber vîrûsa koronayê ji meha Adarê ve li ber geştyaran girtî ye û di 1ê Tebaxa 2020an de ji bo geştan car din hat vekirin.

 

Î.A