Projeyeke Îranê, bû sedema kêmbûna ava Derbendîxanê

Îran ji bo zeviyên çandiniyê yên Kirmaşan û Îlamê projeyeke mezin a avdaniyê pêk tîne, lê ev proje, bûye sedema kêmbûna ava Sîrwan û bandoreke neyênî li Bendava Derbendîxan dike

K24 – Derbendîxan

Îran ji bo zeviyên çandiniyê yên Kirmaşan û Îlamê projeyeke mezin a avdaniyê pêk tîne, lê ev proje, bûye sedema kêmbûna ava Sîrwan û bandoreke neyênî li Bendava Derbendîxan dike.

Roja pêncşemê 13ê Tebaxa 2020an, Hesen Rûhanî, Serokomarê Îranê bi rêya vîdeo-konferansê ji bo parêzgehên Kirmaşan û Îlamê di warê avdaniyê de projeyeke mezin vekir.

Li gor ajansa fermî ya Îranê IRNA armanca vê projeyê; gihandina avê ye bo rûbera 23 hezar hektar erdên parêzgehên Îlam û Kirmaşanê ji bo zêdekirina qebareya berhemanîna çandiniyê, zêdekirina madeyên xwarinê û pêkanîna derfetên kar ji bo xelkê her du parêzgehan.

Pêvajoya gihandina avê bo deverên çandiniyê yên her du parêzgehan, li gor ajansa IRNAyê bi rêya Bendava Ezkele dibe, lê ev proje bandoreke neyênî li ser Bendava Derbendîxanê dike.

Ji ber vê projeya Îranê, îhtîmal heye careke din ava rûbarê Sîrwanê were girtin, ev jî bandorê li Bendava Derbendîxanê û projeyên çandiniyê yên li ser rûbarê Sîrwanê dike.

Rehman Xanî, Rêveberê Bendava Derbendîxanê ji K24ê re ragihand: “(Îran) ji bo xwe karekî giring kiriye, lê ji bo Bendava Derbendîxan bêguman dê di siberojê de bandoreke gelek mezin bike di kêmkirina dahata çavkaniyên Bendava Derbendîxanê de ku Sîrwan aveke sereke ye û ji Îranê tê.”

Rêveberê Bendava Derbendîxanê destnîşan dike ku ji ber vê projeya Îranê di siberojê de bandoreke mezin li kêmbûna çavkaniyên ava Derbendîxanê dê bike û zêdetir bandorê li deverên naverast û başûrê Iraqê bike, ku devereke mezin a çandiniyê dê zirar bibîne.

Î.A