Rojnameyeke Îranî: 10 milyon welatî bi madeya hişber ketine

Hejmara alûdbûyên bi madeya hişber li Îran û rojhilatê Kurdistanê berdewam di zêdebûnê de ye. Li gor amarên rojnameyeke Îranî, nêzîkî 10 milyon kes li wî welatî alûdeyî madeya hişber bûne.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmara alûdbûyên bi madeya hişber li Îran û rojhilatê Kurdistanê berdewam di zêdebûnê de ye. Li gor amarên rojnameyeke Îranî, nêzîkî 10 milyon kes li wî welatî alûdeyî madeya hişber bûne.

Birina madeya hişber li Îran û rojhilatê Kurdistanê di zêdebûnê de ye. Qeyrana aborî û belavbûna vîrûsa Koronayê jî nekarî wê pirsgirêka mezin ji bîra berpirs û xelkê asayî bibe. Niha û li gor dawî amarên rojnameya “Hemşehr” a Îranê, zêdetir ji 10 milyon kes bi awayekî rasterast û ne rasterast alûdeya madeya hişbir û cureyên wê bûne. Welatî jî dibêjin: Sedema sereke ya wê rewşê, bêkarî ye.

Faris Sengebor welatiyekî rojhilatê Kurdistanê ye di wê derbarê de dibêje: Heger jiyan xelkê baş be, kesek berê xwe nade madeya hişbir. Herwiha duyem sedem jî bêkarî ye, heger karê kesekî hebe, bêkar li parkan rûnane.

Niha ji bilî mêran, jin û ciwan bi rêjeyeke berçav alûdeya madeya hişbir bûne. Berpirs û rêxistinên pêwendîdar jî venaşêrin ku ew pirsgirêkeke mezin e û heta ti hewleke cidî ji bo kêmkirina wê mehatiye dayîn, beşeke mezin a welatiyan jî, hikûmetê tometbar dikin ku di wê derbarê de bêxem e.

Her çend e amareke fermî derbarê alûdebûyên madeya hişbir li rojhilatê Kurdistanê nîn e, lê berpirsên xwecihî venaşêrin ku hejmara alûdbûyan li parêzgehên Loristan, Îlam û Kirmanşanê ji parêzgehên din zêdetir e. Çavdêr jî dibêjin: Nebûna kar û berdestbûna madeya hişbir û cureyên wê, sedemên sereke yên alûdebûnê ne. Li hemberê jî heta niha ti planeke cidî û guncaw ji bo çareserkirina wê pirsgirêkê nehatiye danîn.