Wezareta Çandiniyê: Em bi tundî nerazîbûna xwe li vî karê Îranê nîşan didin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand; girtina rûbarên Sîrwan û Zêya Biçûk ji aliyê Îranê ve, li dijî hemû urf û yasayan e û em li hember vî karê Îranê, bi tundî nerazîbûna xwe nîşan didin.
Di daxuyaniya Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê de hatiye eşkerekirin: “Komara îslamî ya Îranê di naverasta meha Tebaxê de, bo sala sêyem di demsal havînê de ava herdu rûbarên Sîrwan û Zêya Biçûk digre, dahata avê kiriye sifir. Ev kiryar li dijî hemû urf û yasayên navdewletî ye û ava rûbarên hevbeş, milkê her du xelkên Iraq û Îranê ye, ne tenê malê welatekî ye. Bi girtina ava van du rûbaran, bi sedan masî ji nav çûn, ji bilî wê, zirareke mezin gihandiye cotkarên herêmê û piraniya berhemên wan hişk dibin.”
Herwiha hatiye diyarkirin: “Ji ber ku nişteciyên navçeya Pişder ku ji bo ava xwarinê û pêwîstiyên din, bi awayekî sereke pişta xwe bi ava Zêya Biçûk ve girêdidin, em gelek bi tundî nerazîbûna xwe nîşan didin li ser girtina ava rûbarên Sîrwan û Zêya Biçûk, ev weke cezayek e li ser xelk û cotkarên Herêma Kurdistanê.”
Belavkirina vê daxuyaniyê, piştî wê yekê hat ku berî niha Bêgerd Talebanî, Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû; ligel Birîkarê Wezîrê Çandiniyê yê Komara Îslamî ya Îranê, Serokê Yekîtiya Hawirde û Hinardekarên Herêma Kurdistanê û Serkonsulê Îranê li Hewlêrê û li Silêmaniyê derbarê sê mijaran de gotûbêj kirine.
Li ser naveroka gotûbêjan diyar kiribû: “Me gotûbêjên bi hûrgilî li ser çavkaniyên avê yên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistanê kirin, girtina ava rûbarên Sîrwan û Zêya Biçûk gelek zirar daye sektora çandinî û çavkaniya masiyan, herwiha bandor li ser ava xwarinê jî çêkiriye. Di vê çarçoveyê de ji bo çareserkirina vê kêşeyê gav dê werin avêtin.”
Derbarê mijara duyem de jî eşkere kiribû: “Pêşvebirina sektora çandiniyê. Ev jî bi rêya hawirdekirina amûrên çandiniyê bo cotkaran ku em bi buhayekî bidin wan li gor rewşa darayî ya cotkarên me guncaw be. Herwiha çêkirina kargeheke çandiniyê, da ku him berhemên cotkarên me têkevin bazarê û him jî em pişta xwe bi karê navxweyî ve girêbidin.”
Li ser mijara sêyem jî destnîşan kiribû: “Mijareke din a civînê jî li ser sektora ajalan bû, ji bo çareserkirina kêşeyên ku li ser vê sektorê di navbera her du aliyan de heye, gotûbêj hat kirin. Herwiha pêşniyara çêkirina projeya mangaya şîr û çend projeyên veterînerî hatin axaftin.”
Î.A