"Îran nêzîkî qonaxa kontrolkirina vîrûsa koronayê bûye"

Tevî berdewambûna belavbûna vîrûsa koronayê li Îranê, Serokê Navenda Rûbirûbûna Koronayê ya li Tehranê dibêje ku ew nêzîkî qonaxa kontrolkirina vîrûsê bûne û weke sedema vê yekê jî, bikaranîna mask û pabendbûna welatiyan nîşan dide û dibêje: “Niha %72yê welatiyan maskan bi kar tînin.”

K24 – Hewlêr

Amarên pêketin û mirinên bi vîrûsa koronayê li Îranê di guhertinan de ne. Rayedarên tendirustiyê yên Îranê jî ji welatiyên xwe daxwaz dikin ku bêtir pabendî rênimayên tendirustiyê bibin.

Elî Reza Zalî, Serokê Navenda Rûbirûbûna Koronayê li Tehranê di daxuyaniya xwe ya herî dawî de ragihand; em nêzîkî qonaxa kontrolkirina vîrûsê bûne û sedema wê jî, bikaranîna maskan û pabendbûna welatiyan e.

Herwiha diyar kir: “Niha %72yê welatiyan li cihên giştî maskan bi kar tînin û li sazî û dezgehên hikûmetê jî ev rêje gihiştiye %85an.” Vê yekê jî weke pêngaveke giring bi nav dike ji bo nêzîkbûna kontrolkirina rewşa tendirustiyê li Îranê.

Li ser vê mijarê, Rêxistina Tendirustiyê ya Îranê pêşniyara hikûmeta Îranê bo cezakirina kesên ku li dijî rênimayên tendirustiyê tevdigerin û maskan bi kan naynin, pesend kir.

Li gor amarên herî dawî yên Rêxistina Tendirustiyê ya Îranê, heta niha 6 hezar kes ji kadroyên derman û bijîşk û peristaran bi vîrûsa koronayê ketine û ji wan 164 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwiha li Îranê heta niha zêdetirî 19 hezar kes ji ber koronayê mirine û hejmara pêketiyan jî gihiştiye 350 hezar kes.

Î.A