Rakan Cibûrî ji ber kêşeyên Kerkûkê bangî Parlementoya Iraqê hat kirin
K24 – Bexda
Li ser daxwaza Beşîr Hedad, Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê, Rakan Seîd Cibûrî, parêzgarê ku bi zorê bi ser Kerkûkê de hatiye sepandin, ji ber kêşeyên welatiyên Kurd ên li Kerkûk û derdora wê, bangî Parlementoya Iraqê hat kirin.
Şivan Cebarî, nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: “Rakan Cibûrî, hejmarek rêveber û berpirsên fermangehên Kerkûkê bi xwe re anîne û niha ligel Berşîr Hedad, Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê û Sîrwan Sîrînî, Emîndarê Giştî yê Parlementoyê û çend parlementerên Kerkûkê di civînê de ne.”
Nûçegihanê me eşkere kir: “Bangkirina Rakan Cibûrî ji ber berdewambûna erebkirin û kêşeyên welatiyên Kurd ên li Kerkûk û derdora wê ne.”
Ev di demeke wisa de ye ku welatiyên Kerkûkê û welatiyên li deverên Kurdistanî çendîn car gilî û gazinan kirine ku niha li Kerkûkê gelek ciyawazî di navbera neteweyan de tê kirin û çendîn rêveber û berpirsên Kurd ji peywirên xwe hatine dûrxistin. Herwiha erebên hawirde dîsa tînin ser mal û milkên welatiyên Kurd.
Nûçegihanê me amaje bi wê yekê jî kir: “Eger bersivên Rakan Cibûrî bo Beşîr Hedad û nûnerên din ên Kurd, pêbawer nebin, bi rê ya komkirina îmzeyan, dê daxwaz were kirin ku Parlementoya Iraqê li ser rewşa niha ya Kerkûk û derdora wê, civîneke taybet pêk bîne.”
Î.A