Ava Silêmaniyê û Çemçemalê du qat zêde dibe
K24 – Hewlêr
Ji bo çareserkirina kêşeya kêmbûna avê û berfirehkirina projeya ava Silêmanî – Dukanê, zêdetirî 4 milyar dînar (nêzîkî 3 milyon û 360 hezar dolar) hat terxankirin, da ku berhemanîna avê du qat zêde bibe.
Ava paqij bo bajarê Silêmanî û bajarokê Çemçemalê bi rêya projeya ava Silêmanî – Dukanê tê dabînkirin, lê ji ber zêdebûna rêjeya nişteciyên van deveran û pêwîstiya zêdetir a welatiyan bo ava paqij, diviyabû ev proje were berfirehkirin.
Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê ragihand; Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tevî pirsgirêkên darayî, ji ber giringiya dabînkirina ava paqij bo nişteciyên bajarê Silêmanî û bajarokê Çemçemalê, biryar da 4 milyar dînar ji bo berfirehkirina projeya Silêmanî – Dukanê were xerckirin.”
Berfirehkirina projeyê bi rêya kirîna sê pompeyên cûreya Sulzer a Awusturyayê û motoreke mezin e, bi rêkxistina wan pompeyan, rêjeya berhemanîna ava paqij zêde dibe û pirsgirêka avê çareser dike.
Wezareta Şarevanî û Geştûguzariyê eşkere dike; rêjeya dabînkirina ava paqij bo welatiyan dê bi awayekî bilez zêde bibe, ango bi destpêkirina şixulandina pompeyan, rêjeya berhemanîna ava Silêmanî – Dukanê, rojane ji 1500 metre sêca bo 3200 metre sêca zêde bibe.
Î.A