Polîsê Duhokê: Di aloziyên Zaxoyê de 61 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn

Şeva din li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, piştî kombûna hejmarek şofêrên wesayîtên barhilgir, li deriyê sînorî yê Zaxoyê alozî derket. Rêveberê Polîsê Parêzgeha Duhokê ragihand; 61 endamên hêzên ewlehiyê di wê aloziyê de birîndar bûn, herwiha eşkere kir: “Ev bi plan bûye û destekî derveyî, li paş vê rûdanê hebû.”

K24 – Duhok

Şeva din li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl, piştî kombûna hejmarek şofêrên wesayîtên barhilgir, li deriyê sînorî yê Zaxoyê alozî derket. Rêveberê Polîsê Parêzgeha Duhokê ragihand; 61 endamên hêzên ewlehiyê di wê aloziyê de birîndar bûn, herwiha eşkere kir: “Ev bi plan bûye û destekî derveyî, li paş vê rûdanê hebû.”

Lîwayê Mafperwer Tariq Ehmed, Rêveberê Polîsê Parêzgeha Duhokê behsa çawaniya çêbûna rûdanê ji Kurdistan24ê re ragihand: “Destpêkê hejmarek şofêrên wesayîtên barhilgir kom bûn, da ku daxwazên xwe bigihînin rayedaran, dezgeha ewlehiyê li wir amade bû, ligel wan şofêran danûstandinên xwe dikirin, da ku bizanin daxwazên wan çi ne û çima bi vî awayî di vî wextî de kom bûne û bi rêya sendîkayê xwestekên xwe negihandine.”

Tariq Ehmed eşkere kir: “Dema dezgeha ewlehiyê bi şofêran re bi danûstandinê ve mijûl bûn, ji dûr ve teqe li polîsan û cihê xwepêşandanê hat kirin, du car teqe hate kirin û di wê demê de weke planekê, ji çend cihên din teqe hatin kirin, wesayîtên xelkê hatin şikandin û alozî çêbû.”

Hêzên ewlehiyê 18 kes desteser kirin.

Rêveberê Polîsê Parêzgeha Duhokê dibêje; 18 kes hatin desteserkirin û ewên ku hatine desteserkirin, ji wan tenê 4 kes şofêr bûn, kesên din ti peywendiyên wan bi şofêran re tine bû û di destê çend kesan de çek hebûn, "loma em dibêjin destekî derveyî, li paş vê xwepêşandanê heye, ew destê derveyî jî ti peywendiyeke wî bi şofêran re, heta peywendiya wî bi Zaxo û Duhokê re jî tine.”

61 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn

Rêveberê Polîsê Duhokê tekez dike: “Ji ber wê aloziyê zirareke mezin derket holê, 61 endamên ewlehiyê; polîs, asayîş û endamên din ên hêzên ewlehiyê hatin birîndarkirin û bo nexweşxaneyê hatin rakirin, hinek kesên din jî birîndar bûn û neçûn nexweşxaneyê.”

Herwiha di aloziyên şeva din ên Zaxoyê de 4 welatî jî birîndar bûn. Tariq Ehmed dibêje; yek ji wan birîndaran zarok bû û du birîndar jî di destê wan de çek hat girtin.”

Tariq Ehmed eşkere kir: “Niha rewşa Zaxoyê aram e, li deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl bazirganî berdewam e û ti pirsgirêk tine.”

Ehmed herwiha destnîşan kir: “26 wesayîtên me yên asayîş û polîs, zirar dîtine, hinek ji wan cam pê ve nemaye, hinek ji wan gulle li wan ketine, ev bi plan bûye û hatiye dariştin, çimkî naçe aqlê mirov ku ew şofêr him ji bo daxwazên xwe kom bûne û di heman demê de ji çend cihên din gulle têne berdan.”

 

Î.A