Amerîka, sizayên nû liser hejmarek berpirsên nêzîkî Serokê Sûriyê sepandin

Ligor daxuyaniyek Wezareta Gencîneya Amerîka, hejmarek sizayên nû di çarçoveya yasaya Sezar de liser hejmarek kesayetî û serkirdeyên serbazî yên Sûriyê, ku nêzîkî desthilata Sûriyê ne, sepandin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Amerîka, sizayên nû liser hejmarek berpirs û serbazên nêzîkî Serokê Sûriyê sepandin.

Ligor daxuyaniyek Wezareta Gencîneya Amerîka, hejmarek sizayên nû di çarçoveya yasaya Sezar de liser hejmarek kesayetî û serkirdeyên serbazî yên Sûriyê, ku nêzîkî desthilata Sûriyê ne, sepandin e.

Ji wan kesayetiyan, Lona Şibil Şêwirmend a Serokatiya Sûriyê ji bo karûbarên Ragihandinê, Alîkarê Serokê Sûriyê Yasir Îbrahîm, bi tometa piştevaniya Esed di warê aborî de.

Herweha siza liser her yek ji Mihemed Saatî, yek ji berpirsên partiya BAAS, Emîd Xeyas Dela ji Fîrqeya 4 a artêşa Sûriyê,  Samir Îsmayîl berpirsê Fewca Heyder li Hêzên Nimir, Lîwa Elî Eyûb Wezîrê Berevaniya Sûriyê yê berê  û Fadî Seqir serkirdeyê serbazî di Hêzên Berevaniya Niştîmanî ya Sûriyê de hene.

Yasaya Sezar yan jî Qeyser, ku dorpêçên aborî liser Sûriyê sepandiye û ji meha Hezîran a îsal ve ketiye warê bicîkirinê de. Armanc ji sizayan jî, nehiştina çavkaniyên darayî bo desthilata Sûriyê ne.

 

 

 

C.B